Helbusî: Ez çalakîya tirsok ya li hemberî Êzidîyan rûreş dikim

Serokê Parlementoya Iraqê Muhammed Hebusî di 6emîn salvegera qirkirina Êzidîyên Kurd de daxuyanîyek belav kir û got, “Ez careke din ev çalakîya terorî ya ku ti mezhep û olê temsîl nake, rûreş dikim”

Di peyama xwe de Helbusî got, “Bi êşeke mezin tê bîra me ku suçên cînayet, îstîsmar û cihkirinê çeteyên terorî yên IŞÎDê li ser yek ji gelên Iraqê Êzidîyan kiriye.”

Helbusî got, ““Ez careke din ev çalakîya terorî ya ku ti mezhep û olê temsîl nake, rûreş dikim”

Helbusî dîyar kir em ê piştgirî bidin Êzidî û hemû gelên Iraqê ku jîyaneke xweştir û baştir bijîn.

Di peyama xwe de Helbusî xwest dosyayên malbatên şehîdan bê şopandin û xizmeteke adil ji wan re bê dayîn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e