Helbûsî piştî daxistina kamerayan metirsîyekî mezin aşkera kir

Helbûsî, rasterast ji parlamenterên amade yên di civînê de ne ji wan re dibêje: ‘’Ev biryara îro ji parlamentoyê derbikeve, biryarekî temamî şîeyî ye, min dixwest biryarekî Iraqî be. Lê mixabin sunne, kurd û pêkhateyên din beşdarî nekirin.’’

Navenda Nûçeyan-Duh di civîna Parlamentoya Iraqê ya taybet derbarê derxistina hêzên bîyanî yên li Iraqê de, bi biryara serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ve beşek ji weşana televîzyonê hate rawestandin û îro beşek ji daxuyanîyên Helbûsî aşkera bûn, ku behsa metirsîyekî mezin dike.

Îro çapemenîya Iraqê beşek civîna pêr 05.01.2020ê ya li parlamentoyê bidest xist, ku weşana televîzyonê hatibû rawestandin û Helbûsî serokatîya civînê ji cîgirê xwe re dihêle û bixwe tê xwarê û li gel endamên parlamentoyê rûniştîye û hewl dide bawerî bi wî bê, ku pêşnûmeya derxistina hêzên bîyanî li Iraqê nepejirînin.

Helbûsî, rasterast ji parlamenterên amade yên di civînê de ne ji wan re dibêje: ‘’Ev biryara îro ji parlamentoyê derbikeve, biryarekî temamî şîeyî ye, min dixwest biryarekî Iraqî be. Lê mixabin sunne, kurd û pêkhateyên din beşdarî nekirin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Agahdar bin, biryara derxistina hêzên Amerîkayê, di qonaxa yekem de dê bibe ragirtina danûstandinên darayî yên welatên navnetewî li Iraqê û dibe ku Iraq nikaribe xwe li hember vê bigre.’’

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes