Helwesta netewî û gava dewletbûnê!

Şeyhmus Ozzengîn

Wek ku em dizanin; raman, şîrove û rexne her dem dîtina pêşiyê ji  civatan re hêsan dike. Bi vê bawerîyê jî, bê rawestandin; di nirx û ramanên Kurd û Kurdistanî de bi biryar min şûr û mertalên rexnê kirîye kar ku ; şert û mecalên van rojên ku Kurd û Kurdistan tê re derbas dibin,  di bin mij û dûmanê de tevlihev û biqirêj zelal bikim ku helwestek netewî û xurt derkeve holê.

Li Başûrê Kurdistan nirxên divêtî û helwesta siyasetmedarên Kurdan her ku diçe zelal dibe. Divêtîyên ji bona damezirandina dewletê xal bi xal li hêvîya çareserîyan e. Çiqa dijmin tilîyê bixe nava têkilîyan jî, helwesta ku bi serkeve a dijminî, ji ya berjewendîyên kurd û Kurdistan zeîftir e!

Hêzên bajûr mecbûrin ku van gavên yekem bavêjin û li henber hev tawîzkar bin û pirgirêkên xwe çareser bikin û roj berî rojê gava pîroz bavêjin:

1-Divê hêzên çekdar (Pêşmerge) di bin komandariya navendî de (Hêzên Ewlekarîya Kurdistan) bibin yek.

2-Çareserkirina pirsgirêkên aborî û amadekirina stratejîyek darayî û di vî warî de derxistina kar û barên komelayî wek nirxên sereke... 

3-Li ser esasên avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî, çareserkirina pirsgirêkên navxwe yên siyasî û avakirina bingeha bi yek biryar, bi yek helwest parastina niştiman û berjewendîyên Kurd û kurdistanîyan. Di vî warî de hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan mecbûrin ku li henber hev, ne tometbar bin û ji hev re piştê xwar bikin û tawîzkar bin. Ev helwest wê wan û berjewendîyên niştimanî xurt bikin. Wê rê li pêşîya lîstikên dijminan bigirin û yek helwestek netewî derxîne holê. Zeîfkirina destê dijminan û xurtkirina bidestxistinên kurd û Kurdistanî di vir deye.

4-Amadekirina makzagonek ku mafê her tebaqa, çîn û kêmnetew, ol, cîns û meşandina siyasetek demokrat û çaxdemî, di warekî adîlane de biparêze û têxe bin parastinek yasayî, makzagonî.

Gava duyem Ji bona serxwebûna Başûrê Kurdistan, axa azad, çûna referandûmê ye. Wê netewa Kurd li herêmê çarenûsa xwe bi destê xwe beyan bike û biejirîne! Ji bona pişgirîyek adil a navnetewî û navdewletî; ev di dîrokê de gava herî girîng û pîroz e. Tu hêz û rêxistin ji bona berjewendîyên xwe nikarin vê gava îroz bikin xalek giftûgoyê. Pesendkirina mafê çarenûsa Kurdên herêmê, tenê bi destê wan tê pejirandin. Ev jî biryara çarenûsê bi xwe ye. Yên ku li henber vê gava pîroz derdikevin, raser dijminatîya bidestxistin û çarenûsa Kurd û Kurdistan bi xwe dikin.

Di vî warî de divê ênîya kar û barê avakirina dewletek kurd î serbixwe fireh bêt girtin. Ji bona wê jî li herçar beşên Kurdistan, ji bona piştgirîya referandûmê û avakirina dewletê; Kurdperwer, rewşenbîr û siyasetmedar di bin komîteyên netewî de ji bona berjewendîyên Kurd û Kurdistan gava bavêjin.

Li gora daxuyanî, giftûgo û helwestên rêvebirên PKK û hêzên ku li beşên din pê ve girêdayî ew li henber avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî ne. Vê dijraberîya xwe jî bi wan gotinên Abdullah Ocalan û di derheqa avakirina dewletek kurd û Kurdistan de, li her derê tînin ziman; wek Ji Rojavayê Kurdistan Serokê PYD Salîh Muslum, Serokê KCK Cemil Bayik, Berpirsiyarê KCK yê şaxê Ewrûpa Zubeyîr Adar, endamê Meclîsa KCK Besê Hozat, Mustafa Karasû, Duran Kalkan ku bi yek devî dibêjin:

 "Irak ve Kürdistan halkının kararına saygı duyuyorum ancak ulus devlet fikrinin geride kaldığını düşünüyorum. Ulus devleti savunmuyoruz. Kürt, Arap veya Türkmen olsun, o dönem geçti. Demokrasi döneminde yaşıyoruz. Tüm oluşumları içimizde barındırarak birlikte yaşamak için çalışmamız gerekiyor... Em tenê li ser axa xwe jiyanek azad dixwazin." Û „em li dijî perçekirina Surîye, tirkîye û İraq in. Perçekirin û avakirina dewletek kurd ne di berjewendîyên kurdan de ye"(!)

Di Rojhilata Navîn de xurt, bûne gurê qelsan û parî bi parî hevdû perçe dikin û dadiqurtînin.  Netewên bê dewlet û bê parastin, raserî komkujî û jenosîdên mezin bûne. Dev ji edalet, wekhevî û demokrasîyê, mafê jiyana mirovî berdin; bi hêzên serdest, xurt, çekdar; hêzên ne ji xwe, kirine bin misogerîyek ne mirovî û her ku diçe bingeha hovane geş dibe. Di vê borana gelêrî de tenê rêyek li pêşiya kurdan heye. Ku xwedî li netewa xwe û xaka xwe derkevin û di herêmê de bikaribin xwe ji êrîşên dijminan biparêzin. Bingeha vê jî dewlet bi xwe ye. Eger Kurd nebin dewlet, wê di herêmê de raserî jenosîdên mezin bibin.

 

Daxwazên PKK û hêzên ku pêve girêdayî ne daxwazên objekîf yên kurd û Kurdistan in. Ji realîta  herêmê û ji rastîyên kurdan yên dîrokî dûrin, xeyalî ne. Wek ku PKK nû Rojhilata Navîn, çanda Îslamî, çanda Tirk Ereb û farisan kişif kirîye, bê ku rastîyên dîrokî ku bi serê netewa me ve hatîye bînin ber çavan, van stratejîyên ji bona berjewendîyên dijminan diparêze. Ji stratejîyek netewî dûr û di vî warî de xizmetê ji Kurd û Kurdistan re nake!

Heta niha çi jenosîd, qirkirin û nefîbûn hatibin serê kurdan, çi înkar û asîmîlasyonan pişta kurdan şikenandibe, ji bê dewletbûnê ye. Netewên bê dewlet bê parastinin û di vî qirnê 21.ande ti şensê wanî ku xwe biarêzin nemaye. Sazîya ku netewa diparêze, bipêş de dibe, yekîtîya netewî ava dike û bingeha perwerdeyek navendî û hevdemî çêdike dewlet bi xwe ye. Yên ku vî karê komelayetî redbike, kurdan wek parî davêje ber gur û çeqelên herêmê.