Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend

.

Xelata Fexrî Ereb ya ji aliyê hejmareke saz û dezgehên Erebî ji bo kesên di warê zanistî û karê bankî de afirandinê dikin tê pêşkêşkirin, dan Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî.

Li Dubeyê, rêûresma Xelata Fexrî Ereb a 20 sal e her sal tê sazkirin do Sêşemê birêve çû û Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend.

Herwiha hêjayî gotinê ye, RT Bank li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem sazî ye ku ew xelat sitendiye.

Hemîla Ebdulstar Gerdî ji ber di rêveberiya bank û pêşxistina sîstema bankavaniyê de serkevtî ye hat xelatkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne