Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê eşkere kir ku heyama 6 mehên borî de 266 girtî li Îranê hatine îdamkirin.
Li gorî Hengawê di 6 mehên yekem yên îsal de 266 girtî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin û 72 kes ji wan Kurd bûne.
Rêjeya girtiyên li nava pêkhateyan jî wisa ye:
- 72 girtî Kurd in
- 42 girtî Tirk in
- 32 girtî Belûc in
- 23 girtî Efxanî ne
- 10 girtî jin in
- Kesek zarok e
Li gorî raporê ji 266 îdaman tenê 21 îdam di medyaya fermî yên Îranê de hatine belavkirin.
Ji sedî 8ê îdaman û ji sedî 92yê wan nehatine belavkirin.
Ligor Hengawê sedemên îdaman jî bi vî awayî bûne:
-159 îdam: Ji ber tohmeta madeyên hişber
-90 îdam: Ji ber hinceta kuştina bi mebest
-10 îdam: Ji ber çalakiyên siyasî û dînî
-5 îdam: Ji ber hinceta diziyê
-2 îdam bi hinceta destdirêjiyê
Par 151 Kurd hatin îdamkirin
Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.
Li gorî Hengawê sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd bûnn.
Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.