Henîfî Turan: Tirkîye nikare me bide sekinandin

Birêveberê Navendî yê PAKê Henîfî Turan ji Rûdaw TVyê re axivî.

 

Navenda Nûçeyan- Bi operasyona li hemberî Rojavayê Kurdistanê re, derbarê rêveberên partîyên Kurdî de jî lêpirsîn hatine destpêkirin. Hin rêveberên partîyan hatin binçavkirin û hin ji wan jî hatin cezakirin. Birêveberê Navendî yê PAKê Henîfî Turan dibêje: “Dixwazin bi girtina hevalên me zextê bidin ser me û me bidin sekinandin. Lê welehî nikarin me bidin sekinandin.”

Piştî operasyona li hemberî Rojavayê Kurdistanê pêla desteserkirinê kesên ku di medyaya civakî de li dijî operasyonê radiwestin berdewam dike.

Ev pêl niha jî gihişt partîyên sîyasî yên kurdî. Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba bi zindana malê hate cezakirin û derbarê Serokê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek de jî biryara qedexekirina derketina derveyî welat hate dayîn.

Li piranîya bajarên Bakurê Kurdistanê jî her cure çalakî û daxuyanîyên derbarê operasyona li hemberî Rojavayê Kurdistanê de bi biryara walîyan hatîye qedexekirin.

Rêveberek navendî yê PAKê Vahît Aba jî cezayê zindana malê xwar. Hinceta cezakirina rêveberê PAKê bikaranîna têgeha dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.

Birêveberê Navendî yê PAKê Henîfî Turan jî dibêje: “Em dibêjin welatê kurdan bûye çar perçe û ji alîyê çar dewletan ve hatîye dagirkirin. Em vê di bernameya xwe de dibêjin. Di bernameya partîya me de heye. Em vê nebêjin? Dixwazin bi girtina hevalên me zextê bidin ser me û me bidin sekinandin. Lê welehî nikarin me bidin sekinandin.”

Di nava 10 rojên dawiyê de ji 200î zêdetir kes bi hinceta ku di medyaya civakî de propagandaya reş kirine hatine binçavkirin û nêzî 50 kes jî hatine girtin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!