Di daxuyaniya dawiya lûtkeya sê alî ya Îran, Rûsya û Tirkiyê de ku duh li Tehranê hat lidarxistin, projeya Rêveberiya Xweser û “hewldanên cudaxwaziyê” hatiye redkirin û tê gotin, “bîrokeya nerewa ya xwerêveberiyê redkirî ye”, weke amajeyekê bo rewşa Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê rêveberiyeke xweser ve tê birêvebirin. Herwiha bêyî ku navê Tirkiyê were anîn, dijatiya her êrîşeke nû li nav axa Sûriyê hatiye kirin û hatiye gotin, “hemû hewldanên ji bo çêkirina defaktoyên nû li Sûriyê bi hinceta têkoşîna li dijî terorê jî tê redkirin.”
Lûtkeya sê alî ya Îran, Rûsya û Tirkiyê bi beşdariya Îbrahîm Reîsî, Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan duh 19ê Tîrmehê li Tehranê hat lidarxistin. Di dawiya lûtkeyê de daxuyaniyeke 16 xalî hat weşandin.
Di 4 xalên wê daxuyaniyê de, amaje bi rewşa bakur û Bakurê Rojhillatê Sûriyê û di nav de jî Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Her sê welatan tekezî li ser parastina serwerî û yekîtiya axa “Komara Erebî ya Sûriyê” kirine û her hewldanek ji bo lawazkirina serwerî û yekîtiya axa Sûriyê hatiye redkirin.
Di daxuyaniyê de amaje bi berdewamiya “têkoşîna li dijî terorê” û hevkariyên navbera her sê welatan di vî warî de jî hatiye kirin.
Herwiha Îran, Rûsya û Tirkiyê di vê daxuyaniyê de ragihandine, ku “çareseriya krîza Sûriyê bi rêbazên leşkerî nabe”.
Xalên daxuyaniya hevbeş a lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyê bi vî awayî ne:
Her sê serokan:
1. Rewşa meydanî ya niha li Sûriyê gotûbêj kirin, pêşhatên herî dawî yên piştî civîna online ya serokan di 1ê Tîrmeha 2020an nirxandin û careke din tekezî li ser îradeya xwe bo bihêzkirina hevahengiyên sê alî li gor rêkeftinên heyî û encamên civînên wezîrên derve û pisporên bilind kirin. Herwiha pêşhatên herî dawî yên navdewletî û navçeyê nirxandin û tekezî li ser rola formata Astanayê di çareserkirina aştiyane ya krîza Sûriyê de kirin.
2.Tekezî li ser pabendiya xwe ya bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyiya axa Komara Erebî ya Sûriyê û herwiha armanc û prensîpên mîsaqa Netewên Yekbûyî kirin û diayr kirin ku divê hemû alî rêzê li wan prensîpan bigirin û ti karek, cuda ji bikerên wê, nabe wan prensîpan lawaz bike.
3. Îradeya xwe bo berdewamiya alîkariya di têkoşîna dijî terorê de di her cor û awayê wê de nîşan dan. Wan zêdebûna hebûn û çalakiyên rêxistinên terorîst û grûpên girêdayî wan di bin navên cuda de li navçeyên curbicur ên Sûriyê şermezar kirin, di nav de êrîşên ku navendên sivîlan dikin armanc û di encamê de bêguneh tên kuştin, şermezar kirin. Wan tekez kir ku divê hemû rêkarên têkildarî Bakurê Sûriyê bi temamî bên cîbicîkirin.
4. Hemû hewldanên ji bo çêkirina defaktoyên nû bi hinceta têkoşîna dijî terorê, bi taybetî jî bîrokeya nerewa ya xwerêveberiyê red dikin, û amadehiya xwe ji bo rûbirûbûna acendayên cudaxwaziyê yên bi mebesta lawazkirina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê û herwiha çêkirina gefan li dijî asayişa netewî ya welatên cîran bi rêya êrişan û nifûzên ji derveyî sînor, nîşan dan.
5. Rewşa bakurê Sûriyê nirxandin û herwiha tekez li ser wê yekê kirin ku ewlekarî û aramiya hertimî li vê navçeyê tenê li ser esasê parastina serwerî û yekparçeyiya axa wî welat pêk tê û biryar dan ku di vî warî de hewldanên xwe hevaheng bikin. Wan nerazîbûna xwe li hember desteserkirina û veguhastina neqanûnî ya petrolê û dahatên ji firotina wê ku ayidê Sûriyê ye, nîşan dan.
6. Careke din tekezî li ser biryardariya xwe ya berdewamkirina hevkariyên xwe ji bo jinavbirina tam a hemû kes, kom, sazî û dezgehên terorîst kirin, û li gorî yasayên mirovî yên navdewletî daxwaza parastina sivîlan û binesaziyên sivîl kirin.
7. Bi berfirehî rewşa herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Idlibê gotûbêj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hemû rêkeftinên derbarê Idlibê bi temamî bên cîbicîkirin da ku aramiya li ser erdê were parastin. Wan nîgeraniya xwe ya cidî derbirî li ser hebûn û çalakiyên terorîstî yên komên terorîst ku metirsiyê li ser sivîlan li hundir û derveyî herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Idlibê çêdike. Wan li hev kirin ku hewildanên zêdetir bidin da ku asayîkirina rewşa li herêma Kêmkirina Rageşiyê li Idlibê û derdora wê berdewam be, di nav de rewşa mirovî.
8. Wan nîgeraniya xwe ya kûr ji rewşa mirovî li Sûriyê diyar kir. Wan hemû sizayên yekalî yên berovajî yasaya navdewletî, yasaya mirovî ya navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî red kirin, herwiha tedbîrên cudaxwaz ên wek lêxweşbûnên taybet ji bo hin herêmên diyarkirî ku dikarin bibin sedema parçebûna welat red kirin. Di vê çarçoveyê de bang li civaka navdewletî û bi taybet NY û rêxistinên mirovî û rêxistinên navdewletî yên hikûmî/nehikûmî kirin ku alîkariyên xwe ji bo hemû gelê Sûriyê bi awayekî zelaltir, bê cudahî, siyasîkirin û şert û mercan zêde bikin.
9. Wan tekez kir ku di wê baweriyê de ne çareseriyeke leşkerî ji aloziya Sûriyê re nabe û ew alozî tenê di çarçoveya biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, bi rêya proseyeke siyasî ya bi serpereştiya xelkê Sûriyê û mazûvaniya wan û hevkariyên Netewên Yekgirtî de, bi dawî dibe. Di vê çarçovê de tekezî li ser rola giring a Komîteya Destûrî kirin, ku di encama alîkariyên diyarker ên garantorên Astana û cîbicîkirina biryarên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Soçiyê derketiye holê. Wan amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina berdewamiya danûstandina di navbera endamên Komîteyê û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY bo Sûriyê Geir O. Pedersen, dubare kirin. Ji bo ku Komîte, erka xwe ya amadekirina reforma destûrî û pêşkêşkirina wê ji bo erêkirina raya giştî pêk bîne û di karê xwe de pêş bikeve, divê bi têgihiştinek lihevhatinî û tevlêbûnek çêker, bêyî destwerdana ji derve karê xwe bikin. Wan bal kişand ser wê yekê ku divê Komîteya Destûra Bingehîn bêyî ti astengiyên burokratîk û lojîstîkî karibe xebatên xwe bidomîne.
10. Wan tekezî li ser biryardariya xwe ya berdewamkirina berdana kesên girtî/revandî di çarçoveya Koma Xebatê ya têkildarî formata Astanayê de kirin. Wan herwiha da xuyakirin ku Koma Xebatê mekanîzmayeke taybet e ku bandor û pêwîstiya xwe di avakirina baweriya navbera aliyên Sûrî de îsbat kiriye. Di heman demê de wan biryardariya xwe, ji berdewamkirina karên Koma Xebatê yên derbarê azadkirina girtiyan, û berfirehkirina çalakiyên xwe li ser radestkirina cenazeyan û naskirina nasnameyan de nîşan dan.
11. Wan tekezî li ser pêwîstiya hêsankirina vegera bi ewle û dilxwazî ya penaber û koçberên navxweyî, bo cihê rûniştina wan a resen li Sûriyê kir û di vê çarçoveyê de mafê wan ê vegerê were dabînkirin û piştevaniya wan bê kirin. Bangawazî li civaka navneteweyî hat kirin ku di parvekirina barê penaberên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê zêdetir berpirsyariyê hildin û di warê çêkirna jêrxanên bingehîn de bi taybetî av, elektirîk, paqijî, tenduristî, perwerde, avahî, dibistan, nexweşxaneyan de bibe alîkar.
12. Wan êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyê şermezar kirin. Wan destnîşan kir ku ev êrîş binpêkirina yasayên navneteweyî ye û li dijî serweriya Sûriyê ye. Hat gotin ku ew êriş dibin sedema zêdebûna aloziyan û bêaramiyê. Wan tekez kir ku divê pabendê biryarên yasayên navneteweyî û biryarên 242 û 497 ên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bin, ku hemû biryar û tedbîrên Îsraîl di vê çarçoveyê de li dijî hiqûqê dibîne.
13. Ji bilî pirsa Sûriyê, wan amadebûna xwe ji bo bihêzkirina koordînasyona sê alî di warên cuda de ji bo zêdekirina hevkariyên siyasî û aborî yên hevbeş nîşan dan.
14. Wan li hev kirin ku nûnerên xwe destnîşan bikin ji bo ku Civîna Navdewletî ya 19emîn bi mijara Sûriyê, ku di Formata Astana de tê lidarxistin, heta dawiya sala 2022 pêk were.
15. Wan li hev kirin ku li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, “Lûtkeya Sêalî” ya bê li Rûsyayê were lidarxistin.
16. Serokê Rûsyayê û Serokomarê Tirkiyê ji bo mazûvaniya Lûtkeya Sêalî ya di Formata Astanayê de ku li Tehranê hat lidarxistin, spasiyên xwe ji Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî pêşkeş kirin.
Çavkanî / Rûdaw