Herêma Kurdistanê: 11 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 245 pêketîyên Koronayê hatin tomarkirin û 11 kesan jî canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustîyê di daxuyanîyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 142 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 101 kes li Hewlêrê, 74 kes li Silêmanîyê, 32 li Germîyanê, 21 li Raperîn, 3 kes li Duhokê û 13 li Helebceyê ne.

Di berdewamîya daxuyanîyê jî de hatîye ragihandin 11 kes bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmanîyê û 2 kes jî li Germîyanê. Herwiha 159 pêketîyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 11816 (Hewlêr: 3243, Silêmanî: 7799, Duhok: 371, Helebce: 403)

Mirin: 455 (Hewlêr: 85, Silêmanî: 362, Helebce: 8)

Başbûn: 6468 (Hewlêr: 2302, Silêmanî: 3547, Duhok: 300, Helebce: 319)

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e