Navenda Nûçeyan - Di ragehandinekê de, wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hemû welatî, fermanber û karmendên hêzên ewlehîyê yên parêzgehên din yên li Îraqê kar dikin, haydar dike ku hatinûçûn di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqê de heya 7ê evê mehê qedexeye û pêwîste li cihên xwe bimînin heya derbazbûna vê demê û pabendî rêkarên xweparêzîyê bin.