Herêma Kurdistanê ji bo cara yekê tevlî SIAL PARIS 2024ê dibe

.

Bi merema çêkirina peywendiyên rasterast bi kompaniyên weberhêner ên cîhanî re û peydakirina bazarî ji bo berhemên xwemalî, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî pêşangeheke mezin a warê pîşesazî û berhemên xwerakî li bajarê Parîsê SIAL PARIS 2024ê dibe.


Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cara yekê tevlî SIAL PARIS 2024ê dibe, ku pêşangeheke mezin a warê pîşesaziya xwerak û berhemên xwarinê ye û li bajarê Parîsê bi rê ve diçe, herwesa zêdetirî 17 hezar kompaniyên mezin ên warê pîşesaziya xwerakî li ser astê 200 welatan tevlî wê pêşangehê dibin.


Pêşangeha SIAL PARIS 2024ê li rojên 19 heta 23 vê mehê bi rê ve diçe û Herêma Kurdistanê jî berhemên xwe yên çandinê yên xwemalî wekî petat, birinc, hingivîn, henar û doşava temateyan li nav wê pêşangehê berçav dike û bi vê rêyê bi sûka cîhanê dide nasandin.


Malpera serekî ya SIAL PARIS 2024ê jî Herêma Kurdistanê li gel tevlîbûyîyan û berhemên wan bi awayekî fermî tomar kirine, ji bo çêkirina peywendiyên rasterast bi wan kompaniyên weberhêner ên cîhanî re ku daxwaz li ser berhemên Herêma Kurdistanê heye.


Tevlîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di SIAL PARIS 2024ê de derfeteke serekî ye ji bo çêkirina peywendiyên demdirêj bi weberhênerên navdewletî re û vekirina sûka nû ji bo berhemên Kurdî û nasandina Herêma Kurdistanê wekî çavkaniyeke çandinê ya kalitî bilind.

K24

Kurdistan Haberleri

Komkara Erebî pesnê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da
Weşanên Nûbiharê ‘Şiyarkirina Gelê Kurd’ çap kir
Efrîn | Çekdaran 15 torbe zeytûnên welatiyekî Kurd dizîn
Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji encama hilbijartinê raziye
Serokkomarê Îraqê pîrozbahiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike