Herêma Kurdistanê û Qeter bihêzkirina peywendiyan di warê enerjiyê de tekez dikin

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Qeterê tekezê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî di warê enerjiyê de dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ( Sêşem, 25.03.2025) di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Qeterê de, li Dewheyê bi Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirin û berdewamkirina peywendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warê enerjiyê de hatin kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Duşem, 24.03.2025) bi serdan û vexwandineke fermî gehişt Dewheya paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdirehman al Sanî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wê rojê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re jî civiya.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e