Herî kêm hezar û 37 kes mirin: Nêçîrvan Barzanî ji bo Mexribê peyama sersaxiyê belav kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo gelê Mexribê (Fas) peyameke sersaxiyê belav kir.

Şevê din li Mexribê bi hêza 7 pileyan erdejek çêbû.

Li gorî agahiyên dawiyê heta niha herî kêm hezar û 37 kesan canê xwe ji dest daye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi sedema vê erdhejê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke sersaxiyê belav kir.

“Em hevparên xemên wan in”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser xisara mezin a erdhejê û got:

“Ji ber bandora wêranker a erdhejê ez li ser navê gelê Herêma Kurdistana Îraqê ji gelê Mexribê re ji dil û can sersaxiyê dixwazim.

Em hevparên van xemên wan ên vê trajediya mezin in.

Rehmeta Xwedê li miriyan be û Xweda silametiyê bide birîndaran.”

Li aliyê din, Hikûmeta Mexribê ragihand ku hejmara birîndaran bi ser hezar û 200î ketiye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye