Piştî biryara girtina ofîsên Heşda Şeibî li Iraqê hat îdiakirin ku piştî giritan nûnertiyan Heşda Şeibî heta du mehan hewil dide Fermandariya Giştî (Serekanî) li Iraqê ava bike.
Yek ji rêveberê Heşda Şeibî Maîn el Kazimî di civîna rojnamevanî ya doh de, gotiye ku piraniya rêveberên Heşda Şeibî dixwazin rewşa heyî ya Heşda Şeibî bê parastin, yanî li şûna sererkaniyê tenê serok û cîgirê serokê Hêza Heşda Şeibî hebe.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di birnamayeke xwe ya 1ê Tîrmehê de ferman dabû ku hemû nivîsgehên bi navê Heşda Şeibî li seranserê Iraqê bên girtin.