Hesekê hê jî bê av e..

.

Li gor rêkeftina bi navbênkariya Rûsyayê di navbera Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve ji bo ava bajarê Hesekê, biryar bû Rêveberiya Xweser elektrîkê bide deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê û li hember wê ava Hesekê û Til Temir berdin, heta niha ev rêkaftin nehatiye cîbicîkirin û Reveberiya Xweser jî gefa birrîna dixwe.

Du meh in ev henefî nehatiye girtin, vekirî ye, lê valaye, av tune ye. Xatûna malê ku bi çêkirina firavîna rojane mijûl e, ji hatina avê bêhêvî bûye.

Hevjînê wê Ebdulrizaq Zavê 66 salî, 5 tanker av li ser xanî daniye, her heftî bi derdora 30 hezar lîreyên Sûrî wate maaşekî hikûmeta Sûriyê avê ji sîtêran dikere û tankerên xwe dadigre.

Welatî Ebdulrezaq Zavê got “Me bihîstiye rêkeftin çê bûye lê me av ne dîtiye, nebûna avê gelekî zehmete, mirov li ser avê ye, ajal û çandinî jî li ser e.”

Bi serpereştiya Rûsyayê, Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar yên ser bi Tirkiya ve, li ser berdana ava Elok jêdera sereke ya dabînkirina ava Hesekê ku 7 km dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê yê di bin dagirkirina Tirkiyê de li hev kiribûn.

Desteya Enerjiyê ya Cezîra Rojavayê kurdistanê, 16 demjimêran 15 megawatt elektrîk dide wêstgeha Mebroka ya elektrîka Girê Spî û Serê Kaniyê.

Herwiha 24 demjimêran 5 megawatt elektrîkê dide wêstgeha Elok, di beramber de çekdarên ser bi Tirkiyê ve, razî bûn 25 bîran ji koma 31 bîrên wêstgeha Elok têxin kar de û ava Hesekê û Til Temir berdin, lê ew rêkeftin heya niha nehatiye cîbicî kirin û Rêveberiya Xweser gefa qutkirina elektrîkê li ser navçeyên wan dike.

Serokê Rêveberîtiya Belavkirin û veguhestina enerjiyê Azad Silêman dibêje “Tenê 10 bîr xistine kar de, rêkeftine me, 25 bîr bûn lê pêkneanîn û av neghêje Hesekê eger wiha bimîne, emê jî elektrîkê li ser wan qut bikin.”

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Cezîra Rojavayê Kurdistanê milyon û 200 hezar kes ji wêstgeha avê ya Elokê ava vexwarinê peyda dikin, lê piştî ku di dawiya sala 2019an de Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin, wêstgeha Elokê jî ket bin destê wan de, ji wê demê ve heya niha 20 caran av girtine.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir