Heskirên Ehmed Kaya ew Bitenê Nehiştin

.

Piştî êrîşa li ser gora wî û şikandina mermerê kêlika wî berî niha bi çar rojan, îro bisedan heskirên Ehmed Kaya, bi minasebeta salvegera koça wî ya dawîn li ser gora wî kom bûn ew bikulîlkan xemilandin û nîşandan ku ew ne bitenê ye. Bi amadebûna xanima wî Gulten Kaya, keça wî Melîs Kaya, Serokê Enstîtuya kudî ya Parîsê Kendal Nezan, parlamenter û şaredarê Diyarbekirê yê kevn Osman Baydemîr û Nûnerê Herêma Kurdistanê li Parîsê Elî Dolemarî û bi sedan heskiriyê wî, Ehmed Kaya li goristana Père Lachaise-ê bibîr anîn. Di vê merasimê de Kaya, Nezan, Baydemir û Dolemarî axivîn, êrîşa li ser gora wî rûreş kirin û dubarekirin ku êrîşên wiha dê wî ji dilê bi milyonan hezkirên wî dernexin.

Gulten Kaya got: “Erîşa li ser mezelê Ehmed Kaya kiryareke barbarî û dirindane ye. Ev gir û çavnebarî ji ber perwerdeyeke derevîn a dîrokê tê ku Tirk bi salane dubare dikin. Ew Tirkan di ser hemî miletan re dibînin û înkara gelên din ên ku li vî welatî dijîn dikin. Ev yek dibe sedemên kiryarên wiha dirindane. Lê ew dê nikaribin bighên armanca xwe, ji ber ku bi şikandina kujekî mermerê kêlika wî, ew dê nikaribin hezkirina hunermendekî ji dilê bi milyonan hezkiriyên wî derxin. Ahmed Kaya bi tirkî distira û nivîsên li ser gora wî jî bi tirkî ne, ew ne li dijî Tirkan bû. Lê ew têkoşerek bû, ji bo azadiyê distrand, ev kîn û zikreşî ji kesên ku ev kiryar kirine û yên ew teşwîq kirine jî şermeke mezin e. Ehmed Kaya êdî ne li jiyanê ye, lê bi hunera xwe di dilê me gişan de ye. Em bi hev re xurt in, divê em rê nedin ku dijmin yekîtiya me têk bide.”

Osman Baydemir jî got: Em ê gişt rojekê ji vê dinyayê biçin, lê nav dimînin, huner dimînin, kiryar dimînin. Hinek kes hene ku di rojên tarî û dijwar de, dema ku kesek nikare tiştekî bêje cemedê dişkînin û rê ji gel re vedikin. Yek ji van kesan jî, kekê Ehmed Kaya bû. Di dema herî tarî de, wî bala hemî civatê kişand û xwest weke her hunermedekî, bizimanê xwe klîbekê çêke, û bi vî awayî xizmeta gelê xwe bike. Mixabin barbarên wê rojê bûn sedemê sirgûna wî û sirgun jî bû sedema jidestdana jiyana wî. Berî oxura wî, koça wî ya dawîn bi deh pazdeh rojan, li vî bajarî, li Parîsê em bi hevdu re bûn. Me plana xwe çêkiribû ku min û Eren Keskîn, me yê li Stenbûlê pêşwaziya wî bikira, ew ê bizîviriyana welatê xwe. Ji ber ku pir bêriya welatê xwe, bêriya gelê xwe kiribû. Wî digot êdî ez nikarim sirgûnê bikşînim. Ji ber ku hezkiriya ber dilê wî axa wî bû. Piştî van çend salên sirgûnê, ez jî êdî baştir dizanim sirgûn, hesreta welat çi ye. Bav ji bo zarokên xwe pişt e, lê divê em ji bîr nekin dayik her tişt e. Dayik ax e, ax jî Kurdistan e. Kurdistan ziman e, ez îro dibînim ku Ehmed Kaya di hewla xwe de bi ser ketiye. Ji her çar perçên Kurdistanê nûnerên welatên xwe li vir, ji bo bîranîna wî amade ne. Ev bingehek e, ev bingeha înşele dê her berdewam be. Lê divê em zanibin, ew êrîşa ku berî bi bîst salî li Ehmed Kaya hatibû kirin, çen roj berê dîsa dubare bûye. Divê dijmin jî zanibe, ew çiqas êrîşê bîne ser nirxên me, kes û zimanê me, çanda me, em ê ewqas bêtir wan biparêzin. Ew ê di dilê 40 milyon merivên me de ciyê xwe bigrin. Ez sipasiya Ehmed Kaya dikim, ku wî ji ber zilmê çavê xwe nekutand û serê xwe netewand.

Kendal Nezan jî wiha got: “Ez li vir dibînim ku Ehmed Kaya weke hunermedekî di dilê hemî Kurdan û dostê wan de ciyê xwe çêkiriye. Ev yek nabe nesîbê her kesî, ji ber ku ew ne hunermendekî ji rêzê bû, ew bi helwesta xwe bû sembola berxwedana hûnerî ya gelê xwe. Tirk dixwazin ziman, çand û hunera Kurdan kokbir bikin, wan bêdeng bikin. Lê ew dê nikaribin bisekevin, ji ber ku nifûsa Kurdan ji 40 milyonî zêdetir e. Di demeke herî tarî ya dîroka Kurdande, Ehmed Kaya mêrxasiya parastina hemî qurbaniyên dîktatoriyê kir. Ji ber ku wî xwest klîbeke bi kurdî çêke, ew li peş kamerayan bû armanca êrişên nijadperestên Tirk, wan xwest wî li pêş kamerayan lînç bikin. Ev barbarî bû, tiştê ku îro bi gora wî jî kirine, kiryareke barbariyê ya weke ya wê rojê ye, kiryareke bêtoleransî, înkar û barbariyê ye. Çima, ji ber ku di hemî şaristaniyetan de ji bo miriyan û gorên wan rêzek, rêzgirtinek heye. Yên ku cara pêşîn ev qaîde xera kirin, Talîban bûn, peyker û ziyaretgehên bûdayan xera kirin. Tirk jî demeker dirêj e vê kirêtiyê dikin, li ciyekî weke Père Lachezê şikandina kêlika hunermend Ehmed Kaya barbariye. Lê ev yek, weke xanima wî Gulten jî got, dê wî ji dilê 40 milyon Kurdî û bi hezaran demokratên Tirk jî dernexe, ta ku kesên êrîşî wî û gora wî jî kirine tê bighên. Bi vê minasebetê ez dixwazim bala karbidestên ewleyiyê yên Fransiz jî bikşînim, ku kiryarên nijadperestên tûndrew ên Tirk, weke li Elmanya, li Fransayê jî pir dibin. Divê rê li ber vê yekê bê girtin. Pêkhatina vê kiryarê di salvegera êrîşên Daîşê yên li Parîsê de ne tesaduf e, divê berpirsên wê karesatê bên girtin û ceza kirin. Heke na, ew dê kiryarên xwe yên bi vî rengî zêdetir bikin. Ehmed Kaya dê mesaja xwe bi sitranên xwe bighîne milyonan, ew ne tenê li Bakur, li hemî beşên din ên Kurdistanê jî êdî populer e”.

RN/ Yakup Karademir
Fransa

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir