Heşt hunermendên Kurd wek rêzgirtin stranekê ji bo Seîd Gabarî dibêjin

Heşt hunermendên Kurd ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo rêzgirtin û weke dilsozîyekê, bi hev re stranekê ji bo hunermendê wefatkirî Seîd Gabarî dibêjin.

Navenda Nûçeyan - Çar ji wan hunermendan ji navçeya Zaxoyê, du ji wan ji bajarê Duhokê û du kes jî ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Ew hunermend li ber Pira Delal li bajarê Zaxoyê li hev civîyane û amadekarîya stranekê dikin, daku weke dilsozîyekê ji bo rehmetî Seîd Gabarî pêşkêş bikin.

Navê stranê, Oxira te ya Xêrê be ye, gotinên stranê Fewzî Doskî nivîsandine û awaza wê jî Welîd Yusif danîye

Seîd Gabarî, ku bi strana Bilbilê Dilşad a Seydayê Tîrêj zêdetir hate naskirin, sala 1956an ji dayîk bûbû û roja 5ê Gulana îsal li Hewlêrê koça dawîyê kiribû.

Serpereştê Berhemê, Nizar Koçer derbarê amadekirina wê stranê de ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku Seîd Gabarî xizmeteke mezin a hunera Kurdî kir û stêrkek hunera Kurdî bû, wan xwast ku bi stranekê rêz li wî û keda wî bigirin.

Nizar Koçer got, wan projeyên din jî hene ku di demên pêş de dê pêk bînin.

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne