Peymana Sevrê (Sevres yan Sîver) yek ji peymanên herî navdar yên dîroka nû ya cîhanê ye ku piştî têkçûyina Împîratorîya Osmanî hat erêkirin ku welat û hevpeymanên serkeftî di şerî Cîhanî yê Yekê da erdê ku li jêr kontrola dewleta Osmanî bû bihê dabeş kirin û peyman dinavbera nûnerên Tirkîyê welatên hevpeyman yên serkeftî di şer da hat îmza kirin.
Nûnerên dewleta Osmanî û hevpeymana roja 10ê Tebaxa sala 1920 peymana Sevrê li avahîyekê nêzî Parîs pêkhat, û hin xalên di peymanê da girêdayî pirsa Kurdane û hatîye erê kirin ku herêmên Kurdan dikarin serxwe bibin ji dewleta Osmanî.
Lê peyman bi temamî pêk nehat piştî ku şorişa Tirkên nû hat destpêkirin û Mistefa Kemal Atatûrk li oktobera sala 1923ê desthilata piştî têkçûna dewleta Osmanlî girte dest.
Tirkîyeya nû, piştî hatina Kemal Atatûrk hin bendên peymana Sîverê red kirin, bi taybet bendên girêdayî Kurdan û xweserîya wan, weke rastvekirina peymana Sîverê, Tirkîyê û nûnerên wê ligel hevpeymanên serkeftî di şerê Cîhanî yê Yekê da peymana Lausanne (Luzanê) li gel Tirkîyê imze kir.
Doh Duşemê tam 100 sal bi ser peymana Sîverê ra derbaz bûn, li bîranîna 100 salîya peymanê hin çalakvan û sîyasetvanên Kurd çalakîyek li Paris encam da, piştî ku Komîta bi naveê"Komîta Çalakîyên 100 Sala Sevrê" dan ava kirin.
Jibo danûstandina derbarê vê mijarê Îhsan Aydin, nûnerê Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) li Fransa û Endamê Komîta Çalakîyên 100 Salîya Sevrê û Kakşar Oremar, Lêkolînvan û Rojnamevan ji Almanya beşdarî bernama Hest û Helwest bûn.
Pêşî Aydin behsa çalakîya roja Duşemê ya ku li Paris hat encam dan kir û got, komeke çalakvan û nûnerên sazî, parîyên sîyasî û komeleyên Kurdan li Ewrupa beşdarî çalakîyê bûn, wan namek amade kirîye û ewê bigehînin serokatîya Fransa û daxwaza alîkarîyê jibo Kurdan bikin ku 100 salin Kurd, daxwaza mafên xwe dikin wî got"me got divê ev 100 salîya Sevrê bi bêdengî derbaz nebe, me Însîyatîva çalakîyê girte dest" û dest bi vê çalkîyê kir, lê jiber belvbûna vîrusa korona me daxwaz ji Fransa kir ku destûrî bidin dê hejmarek kêm beşdarî çalakîyê bibin û li ber avahîyê Sevrê ku peyman li wêderê hatbû çêkirin, herin wê derê weke simbolîk çalakîyê pêk bînin û nameya ku me jibo Serokomarê Fransa amade kirîye bi Kurdî, Fransa û Erebî, em wê namê hem jibo êmza kirinê danin û hem jî bigehînin destê Serokomarê Fransa." Herwiha Oremar got"Divê Kurdan di vê rojê da dengê xwe gihand baye esmanan, jiber ku rojek giringe, çima? Jiber ku yekem car bû di peymana Sevrê da Kurd weke netewek layiq dihatin dîtin ku bibin xwedî dewletek serbixwe li gor bendên peymanê yên 62, 63 û 64 bicih bibin û li gor pirsa giring divê partîyên Kurdan û her kurdek ji xwe bipirse kanê piştî 100 salan ji peymana Sevrê Kurd li kî derê ne? "
Ji bo çavkanîya vê hevpeyvîna vê nûçeyê bitikînin