Pêşangeh heta roja 15ê Cotmehê dê berdewam be û 157 weşangehên diyar ên navxwe beşdarin û herwaha 11 weşanxaneyên parêzgeha Sine beşdarin û herwaha li çend welatên din jî çend saziyên çap û weşanê beşdarin.
Hat zanîn 73,500 navnîşanên pirtûkan di wan 6 rojane de, di pêşangehê de bo firotinê tên nimayîş kirin û ji wan 8400 pirtûk ên weşanxaneyên cîhanî ne, herwaha 2800 pirtûk bi zimanê kurdî ji aliyê 8 weşanxaneyên herêma Kurdistanê ve di fuarê de cîh digrin.