Hestiyên 32 Kurdên Êzidî dê ji Bexdayê vegerînin Şingalê.
Encamên DNAyê yên li ser wan hestiyan xelas bûne û berê dê wan ji Bexdayê bibin Mûsilê û ji wir jî bibin Şingalê.
Birêvebirê Rêxistina Petrichorê ya Mafên Mirovan a Şingalê Xeyrî Elî ji Rûdawê re ragihand ku encamên testên wan 32 terman derketine û dê sibê nîvro ji Bexdayê bigihêjin Mûsilê.
Xeyrî Elî da zanîn ku dê wan hestiyan saet 14:00an bi 32 ambulansan veguhêzin Şingalê.
Wî diyar kir ku roja înê dê merasîmeke olî bê lidarxistin û roja şemiyê dê li gundê wan bên veşartin.
Li gorî agahiyên ku Xeyrî Elî dane, ji wan 32 terman 19 ji gundê Koçoyê ne û yên din jî ji Qinê û Sinûnê ne. Her wiha du ji wan jî jin in.
DAIŞê sala 2014an êrişî Şingalê kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin û yên hatine kuştin jî di gorên bi kom de hatine veşartin.
Serokê Tîma Lêkolînên Gorên Bikom a Îraqê Ehmed Qusey berê ji Rûdawê re ragihandibû ku tîmên wan li Şingalê bi berdewamî li gorên bikom digerin û heta niha 62 gorên bikom hatine vedan û 30 gorên bikom jî hîn mane.
Ji wan 62 gorên bikom ên li Şingalê 600 term hatine derxistin 250 ji wan piştî testên pêwîst radestî malbatên wan hatine kirin.