Roja 14ê Tebaxê şandeya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû serdana HÜDAPAR’ê. Serok û endamên HUDAPAR’ê bi dilgermî pêşwaziya şandeyê kir.
Berdevkê Înîsiyatîfê Aydin Uneşi derbarê armanc û xebatên Înîsiyatîfê de hin agahdarî dan û got ; ew weke Înîsiyatîf di vê baweriyê de ne ku êdî mesele ji piştgiriyê derbas bûye, bûye meseleya xwedîlêderketinê. Her wiha Uneşi bi helbesta Cegerxwîn a dibêje "heta hûn xanî ava nekin bi rindî li ser rengê boyaxê nebin du bendî" balê kişand ser rewşa kurdan a heyî û domand; kurd neçûne daw û doza xak û avên xelkê nakirine, li welatê xwe ne û mafê xwe yî rewa bi rê û rêbazeke demokratîk dixwazin.
Piştî axaftina Uneşî serokê HÜDAPARê yê Batmanê Davud Şahin, piştgiriya xwe eşkere kir û got ku; ew weke HÜDAPAR’ê rêz li vê biryara ku Hikumeta Herêma Kurdistanê wergirtiye digirin û bi dil û can li cem xelkê xwe ne ku xebata vê rapirsînê dimeşînin û wisa domand: “Piştî ku kurd karibin birêvebirina xwe ew bixwe bikin divê em giş piştgiriyê bidin û biratiya xwe nîşan bidin.” Her wiha Şahin diyar kir ku di meseleya rapirsîna serxwebûnê de ew bi rêvebiriya Başûr re di nav têkiliyê de ne.