Heta niha 6 hezar kes ji Kampa Holê derketine

.

Hejmara kesên Sûrî yên ku bi biryara Rêveberiya Xweser û bi kefaleta şêx û rûspiyan ji Kampa Holê derketine, gihîşt 6 hezar kesan û her wiha amadekariyên derxistina 300 kesên din jî têne kirin.

Proseya derxistina kesên Sûrî ji kampa Holê berdewam e ku piraniya wan malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê ne.

Piştî qutbûna alîkariyên navdewletî, xerciyên wê kampê li ser milê Rêveberiya Xweser giran bûne û her wiha nebûna proseyekî rêkûpêk a ji bo lêkolînkirin û dadgehkirina kesên li kampa Holê, wiha kir ku Rêveberiya Xweser biryara valakirina wê kampê bide.

Di vê çarçoveyê de jî heya niha zêdetir ji 6 hezar kesên Sûrî hatine derxistin û her wiha amadekarî jî têne kirin ku hefteya bê 300 kesên din jî ji wê kampê bêne derxistin û bo navçeyên wan bêne şandin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û weke yek ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê tê zanîn ku beşekî zêde ya kesên ku li wê kampê ne, kesên DAIŞî ne û heya niha çendîn caran bûyerên kuştin û revê jî li wê kampê hatine dîtin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne