Heta niha çend koçber ji Tirkiyeyê vegeriyane Sûriyeyê?

.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, heta niha 175 hezar û 512 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê bi çend grafîkan amarên dawî yên koçber û biyaniyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Yerlîkaya ragihand ku ji 9ê Kanûna Pêşîna 2024an ve, wate piştî rûxîna rejîma Beşar Esed û heta niha 175 hezar û 512 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe ku dikin 33 hezar û 730 malbat.

Alî Yerlîkaya her wiha eşkere kir ku di navbera salên 2017-2025an de jî bi giştî 915 hezar û 515 koçberên ji Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn ku li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 43 hezar biyanî hene û 2 milyon û 782 hezar û 733 ji wan koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Yerlîkaya da zanîn, milyonek û 82 hezar û 83 kes jî ew biyanî û koçber in ku îqame wergirtine û 178 hezar û 399 kes ji wan jî ew biyaniyên ku di bin parastina navneteweyî de ne.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan