Hetanî hemû girtiyên me venegerin cejnêd me timam nabin!

Kurdên êzîdî dibêjin, hetanî tevahiya girtî û revandiyên me venegerin nav malbatên xwe, cejnên me timam nabin û em jî kêfxoş nabin.

Kurdên êzîdî dibêjin, hetanî tevahiya girtî û revandiyên me venegerin nav malbatên xwe, cejnên me timam nabin û em jî kêfxoş nabin.

Navenda rewşenbîrî û civakî ya Laliş li Duhokê, li ser cejn û pîrozbahiyên helkeftên kurdên êzîdî peyamek belav kiriye û ragihandiye, hetanî tevahiya girtî û revandiyên êzîdî, yên ku di destê terorîstên DAIŞê de mane, venegerin malên xwe, cejnêd êzîdiyan timam nabin û êzîdî jî kêfxoş nabin.

Di peyama navenda Laliş de hatiye gotin, divê çarenivîsa wan êzîdiyên ku wenda ne were eşkerekirin. Ji ber ku heta noke du hezar û 930 kes wenda ne ku hezar û 330 jê jin û yên din jî zilam in.

Navenda Laliş daxwaz ji aliyên pêwendîdar kiriye hewla dîtin û berdana wan revandiyan bidin û ewên ku destê wan di kuştin, revandin û firotina êzîdiyan de hebûne jî bên dadgehîkirin û cezakirin.

Di dûmahîka peyama navenda Laliş de hatiye gotin: “Noke rê û resmên cejna Çilê Havînê dest pê kirine. Em germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî êzîdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin. Em hêvîdar in cejn bibe sebeba xêr û xoşî û aşitiyê bo hemiyan. Em dîsa dibêijn hetanî hemû girtiyên êzîdî venegerin, cejnêd me timam nabin.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne