Hevdîtina di navbera Îran û Amerîka de ya ku bi navbeynkariya Ummanê hat kirin ku dibe hevdîtina duyem, bi dawî bû. Heyet, li ser encama hevdîtinê daxwuyaniyan nedan û wê di hefta pêşiya me de car din bicivin.
Televîzyona Îranê ya dewletê tenha ragihgand ku hevdîtin temam bûye û ewilî heyeta Îranê ji wargeha hevdîtinê derketiye. Televizyonê got ku wê her dû heyet di hefta pêşiya me de car din bicivin.