Hevdîtinên şandên Tirkîyê û Rûsyayê yên derbarê Sûrîyê de berdewam dikin

Li paytexta Tirkîyê bajarê Enqerê hevdîtinên şandên Tirkîye Rûsyayê yên derbarê rewşa dawîn a li Idlibê de ku duh dest pê kiribû, îro jî berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan - Hevdîtinên şandên bi seroktîya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Sedat Onal, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr ê berpirsê Karûbarê Sûrîyeyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinîn yên ji bo gotûbêjkirina rewşa dawîn a li Idlibê duh birêve çû.

Tûra 3yemîn a hevdîtinên di navebra heyetên ji Tirkîye û Rûsyayê, li Wezareta Derve ya Tirkîyê hatin kirin.

Biryar e îro Pêncşemê 27ê Sibatê gotûbêj  ji cihê mayî  berdewam bike.

Şandên Tirkîye û Rûsyayê berî niha jî li ser mijara Idlibê, li Enqere û Moskowê du caran hevdîtin li dar xistibûn.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e