Çaremîn konferansa Hevgirtna Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Bajarê Bochumê hate lidarxistin.
Piranya wan nivîskar gelek şanoger, nîgarkêş û rewşenbîr ên ji Rojavayê Kurdistanê ji gelek bajarên Almanyayê û Ewropayê li bajarê Bochumê kom bûn.
Nivîskar û romannivîs Helîm Yûsivê ku yek ji endamên komîteya amadekar a vê konfransê ye li ser pirsa “Piştî ku navenda HRRKyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye veguhastin, çima ew dixwazin li Ewropayê berdewam bikin?” wiha got:
“Çima em vî karî dikin û ji bo çi HRRK ji bo Kurdan bi taybetî ez ji bo Rojvayê Kurdistanê giring dibînim?
Ji ber ku valahiyeke gelekî mezin heye. Yek jê, dewleta me tuneye, dezgehên me tunene.
Lê li aliyê din jî miletek heye ew milet jîndar e afirênerên wî miletî hene. Gelek kes hene di qada rewşenbîriyê ya wî miletî de çalak in û kar dikin.
HRRK ji bo wê yekê ye ji bo ku karibe bi platformeke hevbeş ji bo van kesên ku di vê qadê de kar dikin bên cem hevdû.”
“Divê em nêrînên însanên ku em li dijî wan in biparêzin”
Nivîskar Newaf Mîro li ser qezenc û kêmtir qezenciya van saziyan wiha anî ziman:
“Mixabin ez nikarim bibêjim vê saziya hanê hewqasî kirine. Rast e çalakiyên wan di heta astekê hene lê ew jî tim bi sînor in.
Divê ev sînorên di nava wan însanan ku em li dijî nêrînên wan in, em karibin nêrînên wan biparêzin.
Wê wextê em dikarin bibin rewşenbîr. Gava ku em wisa nefikirin ji xwe em dê di wî sînorî de bimînin.
Ezê vegerim ser gotina (Ludwig) Wittgenstein `Sînorê dinyaya me sînorê zimanê me ye, sînorê zimanê me sînorê dinyaya me ye.`
Sînor ji me dest pê dikin xerakirina sînoran jî ji me dest pê dike. Firehkirina sînoran jî di destê me de ye.
Ji sedemên diyar yên Rojavayê kurdistanê û Sûriyeyê bi deh hezaran kes ji Rojava koçberî Ewropayê bûne ku di nav de şeydayên huner û ziman û rewşenbîriyê hene.
“Divê em zimanê xwe û kultura biparêzin”
Yek ji wan Esma Hûrika ku koka wê ji Çiyayê Kurmênc û rojnamegerî li Şamê xwendî ye li ser pirsa “Ev sazî dikarin karwanê rewşenbîriya Kurdî li diyasporayê berdewam bikin?” wiha bersiv da:
“Em dibînin divê em zimanê xwe û kultura biparêzin di rêya ev saziyên ku çêdibin re.
Rola wan gelekê giring e, dihêlin ku kultura me hinda nebe piştî hewqas sal sîstem dixwest kultura me hinda bike.”
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê piştî 12 adara 2004an û bûyerên stadyûma yaneya Cîhadê ku bi serhildana Qamişloyê tê naskirin, rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropa djîn, ava kir û sala 2015 navenda wê ji bo navxweya welatî veguhastine.
Rûdaw