Hevjîna Ebdurehman Qasimlo koça dawî kir

.

Helen Krulich, hevjîna Serokê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Ebdurehman Qasimlo, li Parîsê di temenê xwe yê 89 salî de koça dawî kir.

Helen Krulich, hevjîna Serokê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Ebdurehman Qasimlo, li Parîsê di temenê xwe yê 89 salî de koça dawî kir.

Duh Înê 10ê Adara 2023an, hevjîna Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich ku di nav PDKÎ de wek "xwişka Nesrîn" navdar bûye, di temenê xwe yê 89 salî de, li bajarê Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Helen Krulich di pirtûka xwe ya "Ewropiyek li Welatê Kurdan" de behsa hûrgiliyên jiyan û serpêhatiyên xwe yên di qonaxên dijwar ên dîroka xebata Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kiriye.

Helen Krulich di sala 1934an de li welatê Çekyayê jidayîk bûye û di destpêkên salên pênciyan, bi Ebdurehman Qasimlo re zewiciye û dayika du keçên bi navên Mîna û Hîwa ye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye