HEVKARÎ: Newroz Pîroz Be!

HEVKARÎ li Danîmarkê Newroz pîroz kir.

 

“Newroz Pîroz Be!

Newroz Pîroz Bo!

Newroz helwesta li himber zordarî û zordestîyê ye. Newroz daxwaza jîyanekî azad û bextewarîyê ye. Newroz bihare, gul û gulçîn e. Newroz cejn e.

Newroz a îsal di berxwedan û têkoşîna têkbirina bobelata Vîrûsa Corona ku heta niha bûye egerê mirina ji deh hezarî zêdetir mirovan de derbas di be.

Ma Newroz ne helwesta li himber êş, azar û nexweşîyan e? Ê? Wê demê dê em jî Newroza xwe ya îsal bi wê helwestê pîroz bikin. Ji bo xwe û ji bo mirovahîyê..

Cil û bergên xwe yên kurdewarî li xwe kin. Di mala xwe de remza ronahîya Newrozê (ku agir e) mûmên xwe pêxin. Ala xwe daynin ser mêza xwe. Bi dengê Hesen Zîrek guhdarîya helbesta Pîre Mêrd ‘Ev roj rojî taze ye, Newroze…’ bikin..

Newroza we, me û hemî kesên ku Newrozê pîroz dikin pîroz be!”

HEVKARÎ/Danîmark

20.03.2020

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e