Di Sala 2004an de , di 12ê Meha Avdarê de . Li ser Xaka Lîzgeha Tîma Cîhad ya Bajarê Qamişlo,Rûdawên pir Xerab derketin holê ,bi Destê Piştevanê Tîma Alfitiwa ya Bajarê Dêrezorê ya Mîvan . Bi Sedemên Siyasî û Guhertinên li Îraqê çêbûn piştî hilweşandina rêjîma Sedam û destkeftên mezin li Başûrî Kurdistanê , evan Kesan bi awakî ne Mirovanî û ne Sinçî Silogan û Êrîş berdana Sembol û Gelê Kurd , û xuyabû ku xwe hin ji wan hatin e fêrkirin ji bo evî Karî ji ber Piştevaniya Desthilata Deverî ya fermî û biryara teqîna qurçiyên Zindî ji Parêzerê Hisiçayê derket , û encama wê de 33 kesan Jiyana xwe ji Destdan , û Milet li hemî Deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê mîna Pêlên Derya li hemberî vê Buyerê û Biryara Kuştinê bi Xwepêşindanên Aştiyanê li Kolanan man , ji şama Paytext ta bi Eyndiwera raserî Ava mezin . Bi hişmendî Tevgera Siyaî Bar hilgirt û bi pirsiyarî digel Rijêma Ewlehiyê û Baasa şofînî da û stand ta nêzî 4000 kes ji zindanan berdan , û Miletê Kurd parast ji bikar anînê Hovane .
Hevkariya Partiyên Kurdistanî li Elmaniya vê Bûyerê û siyaseta rêjîma Sûrî dijî miletê kurd Şermezar dike û piştgêriya xwe ji gelê kurd Roja Şehêdê Roj Avayê Kurdistanê bibîr tîne .
Aştî li Giyanê Şehîdê 12ê Adarê û hemî Pakrewanê Rûmet û Azadiyê re .
Hevkariya Partiyên Kurdistanî li Elmaniya
12.03.2023