Hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê bi dehan depoyên tijî cebilxane da artêşa Iraqê.
Duhî bi merasimeka fermî, hevpeymanîya navdewletî ya dijî DAIŞê derdora 50 depoyên tijî cebilxane û pêdivîyên serbazî, ku li serbazgeha Tacî ya Bexdayê bûn, da artêşa Iraqê.
Li gorî agahîyan, nirxa wan cebilxane û pêdivîyên serbazî bi qasî 11 milyon dolar bûn ku ji guleyên demançê, topên hawanê, rokêtên helîkopteran, narincok û gelek pêdivîyên serbazî pêk hatibû.