Ajansa SANAyê ya nêzîkî hikûmeta Sûriyê ji çavkaniyeke leşkerî ve ragihandiye, ku êrîşa mûşekî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ku vê bi Hevpeymaniya Amerîkî bi nav kiriye, derdora saet 20:00ê êvara borî, li Çiyayê El-Xerab li başûrê El-Suxne ya ser bi parşzgeha Humsê pêk hatiye.
Li gorî ajansa hikûmeta Sûriyê, di encama êrîşê de zirarên madî çêbûne, lê ti amaje bi zirarên canî nekiriye.
Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedaye.