Hevpeymanîya Navdewletî karwanek alîkarîyên leşkerî şand HSDê re

Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din ya alîkarîyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymanîya Navdewletî karwaneke din a serbazî ku ji 50 barhilgirên kelûpelên serbazî û lojistî pêk tê, derbasî navçeyên HSDê li Rojavayê Kurdistanê kir.

Da zanîn, 50 barhilgir di derîyê sînorî yê Sêmalka re derbasî navçeyên HSDê bûn, ji tenker û otombîlên serbazî hilgirtibûn.

Ji destpêka sala 2020an ve, Hevpeymanîya Navdewletî ji bilî van 50 barhilgiran, nêzîkî 300 barhilgirên alîkarîyên serbazî derbazî navçeyên HSDê kirine.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e