Hevpeymanîya Navdewletî karwaneka nû ji alîkarîyan derbazî Rojavaya Kurdistanê kir

Hevpeymanîya Navdewletî karwaneka nû ji alîkarîyên serbazî û locistî derbazî Rojavaya Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku Hevpeymanîya Navdewletî nêzîkî 75 barhilgir û otombêlên serbazî derbazî navçeyên Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD)kir.

Li gor  Rewangehê ew barhilgir alîkarîyên locistî û kelûpelên serbazî li xwe digirt.

Li 12 vê mehê jî, hevpeymanîyê karwaneka serbazî derbazî navçeyên HSD kiribû ku bêtir ji 50 barhilgran li xwe digirt.

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!