Navenda Ragihandina Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji medyaya Rûsyayê re ragihandiye, heta niha di plana Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de nîne, ew li Sûriyê herêmên dijefirînê bidin avakirin, lê ew dûr jî nabînin ku di demên pêş de ew wê yekê pêk bînin.
Di heman daxuyaniya de tê gotin, “bi armanca ku ewlekariya balefirên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî biparêzin, wan li bakûrê Sûriyê radar danîne, daku ew bikaribin zêdetir û bi awayekî çalak li dijî DAIŞê şer bikin.”
Piştî daxuyaniya Hêzên Hevpeymanan, parlamenterên Rûsî nerazîbûna xwe dane nîşandan û ragihandin, ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yasayên navdewletî binpê dikin.
Bi sazkirina sîstema radarê li Rojavayê Kurdistanê dibe tedbîrekîye, sibê roj di pirsa binkeya leşkerî ya Încîrlîkê de ku Amerîka bi kar tîne, Turkiye problema derxe ber wan, bikaribin li herêmê kontrola xwe berdewam bikin.
Parlamenterên Rûsî herwiha dane xuyakirin, ji ber ku tu kesî hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê bi awayekê fermî venexwendine Sûriyê. Divê Hikûmeta Şamê li Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî gilîyê li ser Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tomar bike.