Hevpeymanîya Saîrun: Iraq ber bi rewşekî herî xirab ve diçe

Parlamenterkî Hevpeymanîya Saîrun a Muqteda Sedir serokatîya wê dike radîgehîne ku, Iraq ber bi rewşekî herî xirab ve diçe.

Navenda NûçeyanParlamenterê Iraqê Selam Şemmerî bi beyanameyekî ragehand, rewşa naha ya Iraqê wisa pêwîst dike ku pêngavên aşkera ber bi parastina asayîşê ve bên avêtin.

Selam Şemmerî dibêje dîyardeya kuştin û revandina hemwelatîyan û çalakvanan dîyardeyekî metirsîdar e. zengila agahdar kirinê ye bo ber bi rewşekî herî xirab a Iraqê ye.  

Herwaha parlamenterê Saîrun got, alîyên navxweyî û yên derve hene, ku naxwazin rewşa Iraqê aram bibe û daxwaz ji alîyên ewlehîyê kir, bi ‘’Destê polayî ve li wan alîyan bidin.’’

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e