HEVPEYVÎNA TAYBET - Îlhan Samî Çomak: Ez li ber çavê dewletê ne şair, Kurdekî sûcdar im!

.

Şairê Kurd Îlhan Samî Çomak, ku ev 30 sal in bêyî sûc girtî ye û li gel ku meha Tebaxê dema tehliyeya wî hat jî nehat berdan.

Samî Çomak yekem hevpeyvîna xwe ya bi Kurdî da Rûdawê.

Helbestvan Îlhan Samî Çomak, sala 1994an dema xwendekariya zanîngehê, dema ku 21 salî bû, hatibû girtin.

Ji ber ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cizayê xwe temam kiribû, dihat çaverêkirin ku 27ê Tebaxê were berdan lê Lijneya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê tehliyeya Çomak, 3 mehan bi paş xist.

Ger careke din Lijne biryara bipaşxistinê nede, Çomak dê 26ê Çiriya Paşîn a 2024an bigihîje azadiya xwe.

Di peyama ku Çomak ji girtîgehê şandibû û li ser hesabê Xê hatibû parvekirin de, wiha hatibû gotin: "Ez baş im. Ez li ser pêyan im û bi hêz im. Hûn jî bi hêz bin. Ez dê bi serbilindî ji vir derkevim, ya girîng ev e."

Di belgefîlma "Şandêr (Gönderen): Îlhan Samî Çomak" de, min cara pêşî dengê Kurdî yê Çomak bihîstibû. Bi rêya telefonê bi dayik û birayê xwe re Kurdî diaxivî.

Dengekî henûn, giran û bikeder bû. Vê yekê bandoreke mezin li ser min hiştibû. Min helbestên wî yên bi Tirkî xwendibûn. Ev şairê ku di kitêbên xwe de behsa têkiliya xwe ya bi Kurdî re dikir û digot "Ez bi pisîkan re bi zimanê dayika xwe diaxivim", ji ber şert û mercan wekî bi sedan nivîskar û helbestvanên Kurd, wî jî bi Tirkî dinivîsand.

Lê min gelekî meraq dikir, gelo Çomak qet bi Kurdî nivîsandiye û dê bi Kurdî jî binivîse? Ev meraq û bendewariya min, belkî bendewariya gelek xwînerên wî yên Kurd bi cih hat. Lewra yekem kitêba Çomak a bi Kurdî "Çiyayê Girtî", bi awayekî surprîz, payîza 2023yan ji nav Weşanxaneya Darayê hat çapkirin.

Edîtoriya pirtûkê Selîm Temo kir. Kitêb ji 16 helbest û ji du beşan pêk tê: 'Dorpêç' û 'Bo Te.'

Ev 30 sal in dewletê li hemberî Îlhan Samî Çomak "dîwarekî bêeman lêdikir” lê wî jî li hemberî "dîwarê bêeman"; bi kitêb, gotin û fikrên xwe ev 30 sal in bi serbilindî û rewşenbîrî "dîwarên" wan hilweşandin û "asmanekî azad" ava kir.

Hêza wî tenê gotin û nivîsandin bû. Gelekî nêz e ku "dîwarê bêeman ê tarîtiyê" hilweşe û ew ji girtîgehê derkeve û bigihîje malbat, hezkirî û welatê xwe.

Bi rêya akademîsyen Îpek Ozel ku wasiya Çomak e, me pirsên xwe ji Girtîgeha Sîlîvriyê re şandin. Wî jî pirsên me bi destxeta xwe ya bi Kurdî bersivandin. Bi hêviya ku em di demeke nêz de karibin rûbirû pirsên xwe ji Çomak bikin.

Hevpeyvîna Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez a bi şair û nivîskarê Kurd Îlhan Samî Çomak re bi vî rengî ye:

“Serdestan hêza xwe li ser hîmê neheqiyê ava kiriye”

Rûdaw: Mixabin ev 30 sal in azadiya te bi neheqî hatiye derdestkirin, em hemû li bendê bûn ku tu dê 27ê Tebaxê bêyî berdan lê birêvebiriya girtîgehê, tehliyeya te “bêyî sedem” û “bi kêfî” sê mehan taloq kir. Te peyamek belav kir: “Ez dê bi serbilindî ji vir derkevim, ya girîng ev e.” Tu her çi qasî “Di bin ewrên reş de” tenê bî jî li derve bi sedhezaran kesan hay ji rewşa te heye û ji bo azadiya te kampanya berdewam dike. Çi ji te dixwazin, çima nahêlin şairek derkeve derve?

Îlhan Samî Çomak: Di heqê serdest û hiyerarşiyan de tiştekî em baş pê dizanin ew e ku ew her tim bi gotina xwe ne. Ji ber vê jî ew hincetên biryarên xwe nasipêrin rastî, heqîqet û hiqûqê. Em dizanin ku serdestan hêza xwe li ser hîmê neheqiyê ava kiriye. Hêz û qudreta wan di destê wan de mifteyeke bi efsûn e û her deriyî bi wê mifteyê vedikin.

Ji ber vê jî dema tehliyeya min asteng kirin û piştî 30 salan nehiştin ez derkevim derve û azad bibim tu hinceta wan tunebû. Li ber çavê birêvebiriya girtîgehê, ez ne xwediyê 12 pirtûkan im. Ji xwe şairê ku di qada navneteweyî de tê nasîn jî ne ez im û şiîrên min jî wernegeriyane 15-20 zimanan.

“Ez li ber çavên wan Kurdekî sûcdar im”

Lê çi, ez li ber çavên wan Kurdekî sûcdar im! Ezberên ku bi salan e didomin xwe dubare kir. Birêvebiriya girtîgehê, bi vê biryarê tiştekî hêsan pêk anî ku bi salan e bi cih tînin û baş pê dizanin. Ev biryar, hema ez bibêjim di hemû biryarên wan de bi awayekî normal tê xwe dide der û li gorî wê taybetmendiyê jî tevgeriyan. Neheqiyê dikin û ji neheqiyê jî pir hez dikin lê min jî bi rik û serbilindî xwe bi çiqlê dara azadiyê girtiye û ez ê bernedim.

“Min birînên xwe bi helbestên xwe alastin”

Rûdaw: Tu di helbesta xwe ya "Masûlkeya masiyan" de dibêjî, "Me dawiya dawî birîna birînan dît." Bi rastî ev riste tam li gorî rewşa te û rewşa gelê Kurd e. Ti zilm, neheqî, afat, komkujî û karesat nemane ku nehatibe serê Kurdan. Te jî ji vê "dîroka bêyomiyê" para xwe girt. Ji xwe tu di hevpeyvîneke xwe de jî dibêjî, "Ji ber nasnameya min a Kurdbûn û Elewîtiyê ev qas tişt hatin serê min." Ez dixwazim tu hinekî behsa 'birîna birînan' bikî, ku te bi xwe 'birîna xwe alastiye'. Te 'birîna birînên xwe' çawa pak kir?

Îlhan Samî Çomak: Her kes bi qasî dîrok û çanda gelê xwe ye. Mirov kavilê êş û azarên gelê xwe ye û kavilê karesat û qetlîaman e. Her wiha, bivê nevê şopa rabirdûyê di kesayet û giyanê xwe de dihewîne. Ez jî wekî ferdekî Kurd, ne ji derveyî vê rabirdûyê me. Min qedera gelê xwe hilanî.

“Mirina me hêsan e, dema em serdestiya wan qebûl nekin heqê me ‘mirin û hepsîbûn’ e”

Mirina me hêsan e. Mişextbûn û hepsîbûna me jî hêsan e. Li gorî serdestan wer tê ku em ancax dema di destê wan de bên derdestkirin û di bin hikmê wan de bin “kesên maqûl” in. Ji bilî vê, ger em xwediyê daxwaz û arezûyên xwe bin, ger em dîroka xwe ya maqûs û bêyom qebûl nekin, “mirin û hepsîbûn” heq e!

Dema ez pê hesiyam ku ev çarenûseke çewt e, em Kurd dikarin xwedî li xwe û qedera xwe derkevin, wê çaxê ez bi xwe hesiyam.

Erê, em gelek bûn lê wekî takekes birînên min jî hebûn. Çawa bû nizanim, lê roj hat min dest bi nivîsandina helbestê kir. Ez bawer im helbestvaniya min, di heman demê de tê wê wateyê ku min dest bi alastina birînên xwe jî kiriye. Hin qabiliyetên min hebûn lê ez bi disîplîneke xurt bi ser hest û ramanên xwe de çûm, bi xîret tevgeriyam û dawiya dawî ez gihiştim asteke ku bê pejirandin.

Helbestvanî û nivîskarî ji bo min nasnameyeke nû bû. Ev yek ji nasnameya ku min ji dê û bavê xwe wergirtibû ango ji Kurdbûn û Qizilbaşbûnê cûdatir bû. Ez xwedî li nasnameya xwe ya nû derketim û min ev nasnameya xwe xurt kir. Di axiriyê de vê nasnameyê jî li hemberî bûyer û geşedanên nû, li hemberî jiyanê fikr û ramanên min geştir kirin. Ez bûm xwedî nêrîneke berfireh û cûda, her wiha rengîntir bûm.

Ji bilî vê jî ez bi saya nivîskarî û helbestvaniya xwe li hemberî wan dîwarên asê û bilind sekinîm. Min ew jiyana azad, ew jiyana ku bêhna biharê û bêhna gul û kulîlkan jê difûre, bi şibakeya hucreya xwe re û bi qul û qewarên wê re hilgirt dil û hinavên xwe.

“Birîn zor e, qedera çewt zor e lê ya herî zor ew e ku mirov xwediyê qedera xwe be!”

Ji ber ku ez ji jiyaneke azad bê par mabûm, mecbûr bûm ku xwe bisipêrim hembêza zarokatiya xwe. Min ji bo helbesteke têkûz, bîranînên xwe ji nû ve honandin. Ango helbestê, zaroktî û bîranînên min av dan. Bi vî awayî zaroktî û bîranînên min neçilmisîn, her şîn û zindî man.

Ez dikarim bibêjim: Ez bi saya serê helbestê li xwe werqilîm. ‘Birîna birînan’ bi gavên zor û zehmet û di demên gelek dirêj de hatin rapêçan. Êdî baş zanim ku birîn zor e, qedera çewt zor e lê ya herî zor ew e ku mirov xwediyê qedera xwe be!

“Hesret û hezkirina malê bû sedem ku ez ‘vegerim mala’ xwe”

Rûdaw: Di demên dawî de em dibînin ku hinek nivîskarên Kurd ê ku bi zimanê Tirkî dinivîsin vedigerin “mala xwe” û bi zimanê Kurdî dinivîsin. Sala par van çaxan yekem kitêba te ya bi Kurdî “Çiyayê Girtî” weşiya. Sedem û motivasyona ku tu vegeriyayî ser zimanê dayika xwe çi bû û vê hesteke çawa bi te re çêkir?

Îlhan Samî Çomak: Tişta herî normal û asayî vegera malê ye. “Mal” kozmosa heyîna mirov, kesayet û civakê ye. Vegera malê bi ya min xwedîderketina yên ku dişibin te ye. “Mal” miqnetisek e û bivê nevê te dikşîne xwe. Bi saya malê, dengê rabirdûyê olan dide û belkî motivasyona min a sereke jî ew bû. Min ji bav û bapîrê xwe, dê û dapîra xwe hez dikir û ew hezkirina bîranînan ango ziman, mal û heyînê hêz dida min û hucreya min a tipûtarî ronî dikir.

Belkî jî min nexwest xeleka wê zincîra ku min ji dê û bavê xwe girtibû bişikê. Yan jî min xwest bi mezinên xwe re û bi rabirdûya xwe re bibim rêheval. Rê û rêbaza wê jî “vegera malê” bû, herhal. Ez dema vegeriyam “malê” egera min tenê hesret û hezkirin bû. Yanê ne peywir bû, wê xwestekê rê nîşanî min da. Jixwe helbest ji peywiran hez nake. Dişibihe xwe helbest, rêya xwe, mijar û alema xwe bi xwe ava dike. Ji hiş zêdetir binhişê hez dike.

“Bi xebat û xwendinê min xwe gihand rihê Kurmanciya gewre”

Rûdaw: Te ji kengî ve dest bi xwendin û nivîsandina bi Kurdî kir? Lewra di “Çiyayê Girtî” de helbesta herî kevn sala 2010an e. Her wiha, gelo qet dosyayên te yên bi Kurdî hene ku tu yê piştî derketina xwe ya ji hepsê çap bikî û planeke te heye ku tu êdî li gel Tirkî bi Kurdî jî binivîsî?

Îlhan Samî Çomak: Xwendin û nivîsandina min a bi Kurdî, ya rast zahfî bi derengî dest pê kir. Erê, pir kêm be jî min bi Kurdî dixwend lê nivîsandin na. Ez dikarim vê jî bibêjim, piştî ku ez ketim girtîgehê ji ber sedemên curbicur Kurdiya min qels bû. Çawa ku tu lebateke xwe bi kar neyînî û ew bi demê re ji hêza xwe dikeve û qels dibe. Kurdiya min jî bi vî awayî qels mabû.

Piştî 2005an pê ve ez li ser ziman û Kurmancî xebitîm. Min xwendina xwe bi pêş xist û min zimanê dayika xwe dîsa bibîr anî. Rasterast wiha bû. Bi xebat û xwendinê hem peyvên ku min ji bîr kiribûn anîn bîra xwe, hem jî min hêdî hêdî xwe gihand rihê Kurmanciya gewre.

Mixabin, vê gavê di destê min de dosyayeke li ber çapkirinê tune. Dem û dewran dê çi bîne pêşiya min nizanim lê serpêhatiya min a bi Kurdînivîsînê wê di rojên azad de her û her di rojeva min de be.

“Meyla min tim li ser peyvên zarokatiya min e”

Rûdaw: Dema te dest bi nivîsandina bi Kurdî kir ji xeynî axaftina bi Kurdî ya bi dayik û hevalên te yên li girtîgehê, di tûrikê te de çi hebû? Ji Kurmanciya zarokatiya te li ba te çi mabû, her wiha ji bo hînbûn û nivîsandina bi Kurdî astengiyên li pêşiya te çi bûn? Lewra ji ber şert û mercan hûn bi rihetî nikarin xwe bigihînin çavkaniyên Kurdî.

Îlhan Samî Çomak: Ya rastî min hêza xwe, ji Kurdiya xwe ya zarokatiyê wergirt. Erê, di nav demê de ji ber ku em di jiyana xwe ya rojane de zêde bi Kurmancî nediaxivîn, ji ber vê sedemê zimanê dayikê pir lawaz mabû. Hinek bîrkorî jî çêbûbû lê hûn jî dizanin, tûrik û bîra me ya Kurmanciya gewre fireh û kûr e. Piştî ku ez ji bîrekoriyê xilas bûm û ez li ser zimên xebitîm wê demê ji nû ve xwîna xwe berda rihê zimanê min.

Her çi qasî bi rêya xebatê, min zimanê xwe yê nivîskî, yê axaftin û yê rojaneyê gihandibe asteke jî. Dîsa jî meyla min tim li ser devok û peyvên zarokatiya min e. Lewra reng û dengên peyvên zarokatiyê nisiliye hiş û hestên min.

 Berhemên Kurdî berê pir kêm bûn. Ji ber ku li girtîgehan pirtûkên Kurdî qedexe bûn, dema ji derve pirtûkeke Kurdî bihata em bi mehan li bendê diman da ku bidin me û em wan pirtûkan bixwînin.

Lê astengiya herî mezin ew bû ku berhemên di hundir de hatibûn nivîsandin çi helbest, çi çîrok, çi jî gotar bin, me nikaribû ew bigihanda derveyî girtîgehê. Ji ber ku em rêyekê bibînin û berhemên xwe bigihînin derve em diketin bin barên giran. Lewra ev kar pir zor û zehmet bû û gelek kesan ji ber vê sedemê ciza xwarin lê em dîsa jî ji ya xwe nehatin xwarê.

“Şîrê min li Bîngolê meyiya ye”

Rûdaw: Gelekî nêzîk e ku tu azad bibî û werî nava me. Hesreta Bîngolê her tim li cem te heye. Tu di helbesteke xwe ya bi Tirkî de dibêjî, "Bingöl, misketlerimi kaybettim, a çocuk bulana helal olsun!" (Bîngol, min xarên xwe winda kirin, ji zarokê çavpêketî re helal be!”) Her wiha dîsa tu dibêjî, "Kışı geçirdik / Sıra yaşayamadığımız baharlarda / Bu kez böyle olsun." (Me zivistan bihurand / Dor dora biharan ku me nekariye bijîn/ Bila vê carê wiha be”)

Her çi qasî sê mehan taloq bikin jî tu dê dawiya meha çiriya paşîn werî berdan. Ev hesteke çawa ye? Lewra di tûrikê te yê girtîgehê de dê gelek berhem, bîranîn, xewn û xeyal, şikestin û daxwaz hebin.

Îlhan Samî Çomak: Şîrê min li Bîngolê meyiya ye: Bi xwezaya wê, bi danûstandinên wê, bi serhişkiya mirovên wê û bi dilovaniya jin û mêrên wê. Min hemû hêmayên şexsiyeta xwe ji Bîngolê wergirtine. Dema ez dibêjim Bîngol, bila bê zanîn ku ez qala zarokatiya xwe dikim. Ez qala hestên xortaniyê, wê xortaniya ku bi bêrî û bi hesretê xwe bi me rapêçandiye, dikim.

Lewra çavên me bi vê bêrîkirin û hesretê diçûrisin. Dema ez dibêjim Bîngol, ez qala şaşika Şêx Seîdê Kal, qala Seyîd Rizayê rîdirêj ê ku qirçîniya stûyê wî dikim ku hîn jî di cem û civatan de olan dide. Ji serî heya binî ez xwe aîdî xewn û xeyalên Bîngola xwe dikim û bêriya wan muhebet û dîwanên rengîn dikim.

“Îhtîmala azadiyê min bi per û bask dike ku bifirim”

Hîn jî biryareke teqez tune, ka ez dê di meha mijdarê de bêm berdan an na. Rewşa min hîn jî ne diyar e. Ew bi kêfa xwe ne, wekî her caran. Ew rewşa nediyar her çi qasî li ser hestên min bandoreke neyînî çêbike jî îhtimala azadiyê bi xwe jî min bi per û bask dike û dikim bifirim.

Helbet ez dê gelek bîranîn, xewn û xeyal, bêmirazî û xwestekên ku neçûne serî li pey xwe bihêlim. Ne xem e. Min jî wekî her kesî xeyal kir, ez xwediyê xwestek û mirazan bûm lê wekî her carê zeman û hikmê jiyanê ji min mezintir bû, lewra guh neda daxwazên min. Her çi qasî neçûbin serî jî baş e ku min xwest û xeyal kir. Belkî jî bi saya van şikestinên ku min nedixwest ez di bin barê wan hestên nîvcomayî de bipelçiqim, min bê navber nivîsî û min bi vî awayî giyanê xwe parast.

“Mirî li benda min in!”

Rûdaw: Nizanim pirseke çi qasî li cih e lê dema tu azad bibî pêşî dixwazî çi bikî? Dizanim tu dixwazî bi otomobîla birayê xwe, ji rêya mala we ya li Îzmîrê heta girtîgeha Sîlîvriyê bigerî. Tu dê pêşî biçî Bîngolê an tu dê li Stenbolê bî?

Îlhan Samî Çomak: Mirî li benda min in! Li Stenbolê ap û dapîra min di gorê de li benda serdana min in. Li Bîngolê, bira û pisxalê min li goristanê bangî min dikin. Ez dê piştî derengmayîneke dirêj biçim ser gora wan.

Ez ji Stenbolê hez dikim lê hezkirin û hesreta Bîngolê bêpayan e, qiyasê qebûl nake. Bîngol; Bîngola min e, war û welatê min e. Ji xwe ez di xewn û xeyalên xwe de her roj diçim serdana wê. Dereng be jî piştî ku ez derketim ez dê berê xwe bidim welatê zarokatiya xwe.

Îlhan Samî Çomak kî ye?

Îlhan Samî Çomak sala 1973yan li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ji dayik bûye. Çomak sala 1994an di 21 saliya xwe de, dema xwendekariya xwe ya li Zanîngehê Stenbolê ya Beşa Cografyayê bi hinceta endamê “rêxistinê” ye, tevî ku ti delîlên şênber tunebûn jî hatibû girtin.

Bi rojan şkence lê hat kirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û cizayê dardekirinê lê hat birîn. Dema cizayê îdamê hat rakirin, cizayê Çomak veguhestin cizayê muebedê.

Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind, Çomak serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û dadgehê biryar girtibû ku Çomak "bi rengekî adilane nehatiye dadgehkirin".

Çomak sala 2013an careke din hatibû dadgehkirin lê dadgehê heman ceza lê birîbû.

Ji ber ku dema desteserkirinê de di bin şkenceyê de zabitnameyên derbarê wî de hatibûn nivîsandin DMMEyê biryar girtibû ku careke din bê dadgehkirin.

Cara duyemîn dadgehkirina Çomak sala 2013an dest pê kiribû û hemû daxwazên ku di dema dadgehkirinê de biryara tehliyeyê derkeve nehatibûn qebûlkirin.

Dadgeha Destûrê jî 28ê Çiriya Pêşîn a 2015an biryara tehliyeya Çomak red kiribû. Biryara cezayê heta hetayê ya ku Dadgeha 4emîn Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Îlhan Çomak dabû ji hêla 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Helbestên wî bo zimanên Almanî, Arnawidî, Fransî, Îngilîzî, Galî, Hindî, Îtalî, Makedonî, Norwecî, Rûsî û Yewnanî hatine wergerandin.

Çomak, endamê rûmetê yên PENên Awistirya, Galler, Îrlanda, Kurdistan, Norwec û Tirkiyê ye.

Bijarteyek ji helbestên wî sala 2022yan bi navê Seperated From the Sun li Brîtanyayê hat çapkirin.

Çomak li girtîgehê heta niha çend pirtûkên helbestan nivîsandine. Wî herî dawî payîza 2023yan pirtûka xwe ya yekem a helbestan a bi Kurdî "Çiyayê Girtî" ji Weşanxaneya Darayê derxist.

Hevpeyvîn: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike