Hevşaredarê Qereyaziyê û 10 encumen hatin binçavkirin

Hevşaredarê Gogsiyê ya Erziromê Burhanettîn Şahîn, endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin


Hevşaredarê Gogsiyê ya Erziromê Burhanettîn Şahîn, endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin


Li navçeya Gogsiyê ya Erziromê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û her tişt serûbin kirin. Piştî lêgerîna li malan polîsan Hevşaredarê Gogsiyê Burhanettîn Şahîn, encumenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encumene Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên HDP’ê Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, encumenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û her wiha welatiyê bi navê Erol Mahçup binçav kirin. 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn