Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Ali Aslan di axaftina xwe ya îro ya 2emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê de operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne kiribû û gotibû "Êrişa û dagirkirina Efrînê, li dijî xwebirêveberina kurdan e. Efrîn dilê kurd û Kurdistanê ye."
Li gorî agahiya hat bi destxistin Arslan, ji ber hevpeyvîna xwe ya rojnameya Evrenselê û parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî Efrînê hatîye binçavkirin. Polisan Aslan birin TEMa Midurîyeta Ewlehiyê a Amedê.