Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hat girtin

.

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir de biryara girtinê da.

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir de biryara girtinê da.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên DBPê, hefteya borî di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Îro 26ê Berfanbara 2022yan, 15 siyasetmedarên desteserkirî, piştî 4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin. Li Dadgeha Diyarbekirê îfadeya wan dest pê kir û 13 kesên ku karê îfadeya wan li dadgehê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.

Dadgeha Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun de biryara girtinê da.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye