Hevserokê Şaredarîya Êlihê Mehmet Demîr ê li şûna qeyûm hatibû danîn îro hat desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji alîyên Serdozgerîya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, Mehmet Demîr piştî ji avahîya HDPî derket hat desteserkirin û bo Rêveberîya Ewlekarîya Êlihê hate şandin.
Hat dîyarkirin di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de ew hatîye destesekirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkîyê di 23ê Adara 2020an de li şûna Mehmet Demîr qeyûm danibû.