Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hatin binçavkirin

Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hatin binçavkirin

 

Piştî serdegirtina ser avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li Yenîşehîra Diyarbekirê, herdu hevserokên rêxistina bajêr ên HDPê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik hatin binçavkirin û ew birin navenda têkoşîna dijî terorê.

Ceylan beriya ku were binçavkirin li ser serdegirtin û lêgerîna nav avahiyên HDPê daxuyanî da û ragihand ku dixwazin bi fişaran wan krîmînalîze bikin û mebest jî dûrxistina wan ji qada siyasî ye.

Zeyyat Ceylan diyar kiriye ku ew ji hizra xwe ya biratiya gelan û têkoşîna demokrasiyê venagerin û zorbetiya li ser wan tê kirin jî bi salan e berdewam dike, lê ew dê têkoşîna xwe siberojê jî dewam bikin.

Piştî lêgerînên li nav avahiyên HDPê yên Diyarbekirê herdu hevserokên rêxistina bajêr hatin binçavkirin û polîsan ew birin navenda dijî terorê ya emniyeta Diyarbekirê.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne