Tevgera Kurdan ya netewî heta nûha projeyên hevbeş dernexistinê pêşberî netewa Kurd. Her çiqase dem dem me qala netewayetiyê kiribe jî, di warên projeyên hevbeş de bi dilgermî xebat baş nehatiye kirin. Ne ji hêla teorî, raman û entelektuelî de û ne ji hêla pratîka siyasetê de projeyên me zelal nebûne. Bêtir daxwazên me weke dirûşmên rojane mane lê tu bingehê siyasî, rêxistinî, madî, îdeolojîk û girseyî ji bona wan daxwazên netewî nehatine pêşkêş kirin…
Ango zexelîyeke entelektüelî û siyasî jehra xwe berdaye nava gewdê netewa Kurd…
Têzanîn ku projêyên netewî, weke ji nav jî baş diyar dibe, divê netewî – girseyî bın. Ango tevahîya Kurdan himbêz bike; weke ziman, kultur, welat, rêxistin, nasname, edebîyat, dîrok ûhw. Di rewşa îro de gelek asteng li pêşberî wan têgehên netewî hene; weke dewletên dagirker, tıxûbên wana, perçebûna Kurdan, hişmendîyeke lawaz, heremparêzî, ezezîtiya siyasî, fragmantalîzma ideolojîk û zaravaparêzî.
Ev û gelek tiştên din bûne asteng li pêşberî projêyên netewî. Ev yek gelekî zelal e. Lê dîsa jî Kurd dikarin li ser ziman, kultur û nasnama xwe projeyên hevbeş bi hevdû re biafirînin. Hevbeş bûna xwe derxînin pêşberî netewa Kurd. Bêyî wan projeyên şênber bingeha netewî - girseyî ku li cem Kurdan heta nûha baş nehatiye serifandin, nehatiyê pejirandin, bi xwe dibe astengeke zext. Ev rewşa hanê îro li pêşberî hevbeş bûna me bûye pirsgirêkek kûr. Ji ber vê yekê jî xebata proseya netewî, ji ber pirsgirêkên ku hene binê wêna vala dimîne. Em dizanın ku tunebûna wan projeyan bûye kospek dijwar li dijberî proseya netewayetiyê.
Divê Kurd karibin netewabûna xwe li seranserê Kurdistanê bi dilgermî niqaş bikin û çareseriyên hevbeş bibînin. Di her warî de divê fikir û ramanên netewayebûnê werin pêşkêşkirin û pêşroja Kurdan li Rojhilata Navin gav bi gav zelal bibe. Yan na bêhevîbûn dikeve nava hişmendiya Kurdan û pê re jî doza netewîya Kurdan di pêşerojê de dikeve ber sıkratê, lawaz dibe.
Ji ber tunebûna wan helwestan jî tevgera netewî û hişmendiya netewî li seranserê Kurdistanê îro qels maye. Ji bona pêşerojeke ronahî û hêviyên mayînde divê projeyên netewî formata xwe eşkere bikin. Çarçova xwe zelal bikin. Bi vê armancê divê tevgera netewayetiyê bibe xwedî bingeheke madî û mayînde. Em hemû dizanin ku heta nûha fikir û projeyên netewî baş realize nebûne. Daxwaz û dîtin tenê di gotinê de mane lê ji nûha û pêde divê tevgera netewî ji hela siyasî û pratîk de wan projêyan bînê rojeva civaka Kurdan. Divê tevgera netewî astengên ku li himberi projeyên netewî hene bi rêbazên rasyonel û siyasî çareser bike.
Mînak; çima heta nûha me tevgereke zimanî li seranserê Kurdistanê bi rêkûpêk li dar nexistiyê û pirsa ziman û perwerdebûnê bi rêbazên hemdemî, weke projeyeke netewî neanîyê rojeva civaka Kurdan? Ma ne divê li seranserê Kurdistanê em weke Kurd û Kurdistanî bikaribin bi hevdû re di nava têkilîyên zimanî û kulturî de bin? Ma ne divê di pêşeroja Kurdan de –minîmûm be jî- zimaneke Kurdan yê hevbeş û standart hebe? Gelo bêyî zimaneke hevbeş û standart wê avakirina netewayetiyê li Kurdistanê dikaribe bibe sedema têkçûna raman û pratika welatekî yekgirtî? Tê zanîn ku xetera li himberî prosesa netewayetiyê bigiştî lokalîzm û heremparêzi ye. Heke em vê konaxê bi rêbazên rasyonel derbas nekin, pêşeroja Kurdistanek yekgirtî wê têk biçe. Li şûna proseya netewayetiyê wê proseya heremparêzîyê û refeodalîzmê li Kurdistanê destpê bike û xurtir jî bibe.
Dîsa bi pirsa ziman ve girêdayî em dikarin li seranserê Kurdistanê gav bi gav nasnameyeke Kurdî çawa ava bikin? Ji bona avakirina nasnamayeke hevbeş wê çi beşên kulturî ji me Kurdan re pêwist bin? Newroz, ziman, edebiyat, dîrok, huner, şûnwar, herem, bajar, erdnîgarî, sembolên siyasî, rêbertiya Kurdan, êş û azara Kurdan, pêwendiyên aborî, destanên Kurdî gelo dikarin bibin beş ji bona avakarina nasnameyeke netewî?
Asteng çi ne?
Heke di vê mijarê de bersiv erenî be, divê wê çaxê em bikaribin projeyên netewî bi hevdû re ava bikin. Divê di vê pirsê de em hevbeş bibin. Em hevdû qebûl bikin. Em jiyaneke pir reng û pir deng bi pejirînin. Bi hevdû re kar bikin, hevdû baştir nas bikin. Na heke bersiva me neyênî be, wê çaxê em dikarin li şûna van têgehan çi derxînin pêşberî raya Kurdan? Em divê bi haweyekî hevbeş, şênber û pratîk karibin pirsa nasnameya netewî ji xwe re zelal bikin. Yan na bi rastî wê daxwaza Kurdistaneke yekgirtî tûşî gelek bertekên siyasî, kulturî û nasnameyên heremî bibe. Ango têgeha Kurdistan wê çaxê weke projeyeke siyasî têk diçe û tenê dibe weke têgeheke dîrokî û di nava kelepûra Kurdan de cihê xwe digire.
Gelo ji bona vê armancê di nava me Kurdan de fotografê Kurdayetiyê çawa tê tesewûr kirin? Em Kurd di kîjan mirêkan de porê şeh dikin? Em dixwazin kîjan fotografên me li dinyayê û li Kurdistanê werin naskirin? Weke ku tê gotin; Kurd şervan in, Kurd merd in, Kurd wêrek in, Kurd bindest in, Kurd di doza xwe de yekgirtî ne, Kurd demokrat in, Kurd çepgir in, Konservatıf în, Kurdistan warê şarıstaniyê ye, welateke dewlemend e? Ûhw…
Di van pirs û pirsgirêkan de em Kurd hewcedarê projeyên netewî ne…
Divê siyaseta Kurdan di vê mijarê de xwe zelal bike…