Hewl tê dayîn Ebdulmehdî vegere bo serokatîya hikûmeta Iraqê

Sîyasetmedarekî Iraqî behsa hewldana vegerandina Adil Ebdulmehdî bo serokatîya hikûmeta Iraqê dike.

Navenda Nûçeyan - Rojnameya Şerqulewsetê bi zimanê sîyasetmedarekî Iraqê bê ku amaje bi navê wî bike belav kir, hejmarek alîyên sîyasî li pişt hewldana vegerandina Adil Ebdulmehdî ya serokatîya hikûmeta Iraqê de ne.

Heman sîyasetmedarî ragehandîye ew alîyên dixwazin Ebdulmehdî vegerînin bo serokatîya hikûmetê ji her sê pêkhateyên kurd, sunne û şîe yên li qada sîyasî ya Iraqê de bi bandor in.

Biryarbû roja 01.03.2020ê parlamentoya Iraqê bicive û dengdanê li ser kabîneya Mihemed Tofîq Elawî pêkbîne, lê ji ber alîyên kurd û sunne beşdarî civînê nebûn şikest xwar.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e