Hewl tê dayîn li başûrê Sûriyê rêveberiyên xweser bên avakirin

.

 Li başûrê Sûriyê ji bo her sê parêzgehên Deraa, Siwêda û Qunêtra daxwaza avakirina Rêveberiyeke Xweser tê kirin.

Parêzgeha Siwêda li Başûrê Sûriyê ku tu caran tevgera nerazîbûnan li hember hikûmeta Sûriyê lê nerawestiyaye. Niha êdî behsa projeyeke Rêveberiyeke Xweser û herdu parêzgehên hevsînorên wê tê kirin.

Rûberê hersê parêzgehên Siwêda, Deraa û qunêtera li başûrê Sûriyê  11.141 km2 û hejmara nişteciyên wan 1.362.087 kes e, li ser sînorên Urdun û Îsraîlê ne.

Daxwaz dirustkirina Rêveberiyeke Xweser li wê navçeyê mijara bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê bû.

Nivîskar û medyakarê xelkê Siwêdayê Newres Ezîz da zanîn ku ji bilî xelkê navçeyê berjewndiya hin hêzên navherêmî û navdewletî jî di dirustkirina herêmekê de li navçeyê heye.

Nivîskar Newres Ezîz got: “Berjewendiya Amerîka ya pêşwext heye li gel yasaya ziwakirina çavkaniyên madeyên hişbir. Di ser re jî, gotin heye, ne bi fermî ku roleke Îmaratî di fînansekirina vê herêmê, vê rêveberiya dahatî de. Ez hin kesan dinasim ku hatine vexwendin da ku di nav laşê siyasî yê dahatî de bin. Ev ne bi awayekî fermî ye, lê ez di riya hevalên xwe re û hin çavkaniyên taybet dizanim ku hin kes hene ez bi xwe wan bi nav dinasim, tevlî encûmeneke siyasî bûne, nûnerê wan diçe Urdun û li wir ligel hin şandiyên Îmaratî diçivin, û şandiyekî Amerîkî jî heye."

Samî Dawûd, lêkoler û nivîskarê Kurd diyar kir ku berê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hêviya nimûneyekê dida lê niha ev nêrîn hatiye guhertin.

Lêkoler Samî Dawûd got: “Heta 2017 hêh rewş, navê Rojava di ragihandinên Ewropî de yên ku karibin îmajekî yan wêneyekî bidin biryara siyasî hîn baş bû, hêj geş bû, paşê hat naskirin bi şêweyekî gelek berçav ku ne gelekî cuda ye ji ezmûnên siyasî yên din ên li navçeyê. Destpêkê navê wê kirin utopiaya Rojava û niha dibînin na, Rojava beşek ji wan ezmûnan, hebûna wê ya wezîfe heta niha xizmeta şerekî dike di berjewendiya wan aliyên ku piştgiriya rêveberiyê dikin. Rêveberiyê bixwe jî gelek pêdiviya wê bi wan hêzan nema.”

Sûriye, erk û defacto, li ser sê navçeyên cuda dabeşkirî ye, navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê ku derdora %65, navçeyên li jêr destê opozisyona Sûriyê ku derdora %10 û navçeyên li jêr destê HSD ku derdora %25. Lê tenê li navçeyên HSDê Rêveberiyeke Xweser hatiye ragihandin.

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir