Hewlên guherîna rêveberiya Kerkûkê destpê dikin

.

Hate angaştin ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo hemû alî beşdarî rêveberiya parêzgehê bibin, lijneyeke ku bi aliyên ne beşdarin re danûstandinan bike hatiye damezirandin.

Endamekî Hevpeymaniya Urûbeyê jî angaşt ku dibe ku di rojên pêş de di rêveberiya Kerkûkê de guherîn pêk bên û rêveberiya niha ya Kerkûkê bê guhertin.

Hate ragihandin ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê lijneyeke ku ji heft kesan pêk tê damezirandiye û hate gotin ku ev lijne hefteya bê, ji bo beşdarî rêveberiya Kerkûkê bibin, wê serdana Hevpeymaniya Ereb, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Bereya Tirkmen bike.

Şêx Zahir Asî ku yek ji endamên vê şandeyê ye di derbarê mijarê de got: “Ji bo me pir gring e ku PDK û Bereya Tirkmen tevlî pêkanîna rêveberiya Kerkûkê bibin.”

Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Şêx Zahir Asî ji K24ê re got, “Heftiya bê em diçin cem PDKê û Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî, ji bo ku em bizanim ew dê çi bikin.” Herwesa got, “Em amade ne ji bo birayên xwe destan ji mafên xwe jî berdin.”

Hevpeymaniya Urûbeyê: Heye ku rêveberiya Kerkûkê biguhere

Ji aliyê din ve Hevpeymaniya Urûbeyê jî angaşt ku eger e di rojên pêş de di rêveberiya Kerkûkê de guherîn pêk bên û rêveberiya niha ya Kerkûkê bê guhertin.

Endamê Hevpeymaniya Urûbeyê Ezam Hemedanî di derbarê mijarê de got: “Em piştgiriyê didin pevguhertina postan û em dixwazin hemû alî beşdarî rêveberiya Kerkûkê bibin. Danûstandin bi aliyên derveyê rêveberiyê re hene û heta radeyekê şertên wan tên bicihanîn.”

Hemedanî angaşt ku “Di demeke nêzîk de hûn ê di postên rêveberiya Encumena Kerkûkê de guhertinan bibînin.”

Tê gotin ku aliyên Ereb û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) razî bûne ku postê Parêzgerê Kerkûkê bi dorê be û salek û du mehan bidin Tirkmenan û herwiha postê Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê jî bidin PDKê.

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin