Hewlêr- 2 kesên din bi Koronayê ketine, 2 nexweş baş bûne

Êvara roja çarşemê 03.06.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de aşkere kir li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendrustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn di encama testên vîrusa COVID-19 Koronayê li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrusa Koronayê hatine destnîşankirin.

Heriha di wê daxuyanîyê de hatîye aşkerekirin ew nexweş yek jê 75 û 27 salî ye. Nexweşek jê ji taxa Kiwêstan û yek jê jî ji nahîyeya Enkawa ye.

Rêveberê Giştî yê Tendirustîya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniekê de ragihand 2 hemwelatîyên bi nexweşîya vîrusa Koronayê ketibûn piştî tedawîya bijîşkî baş bûne û encamên herîn dawî yên testên wan negatif derketine.

Di berdewamîya daxuyanîyê jî de hatîye ragihandin 230 berketîyên nexweşîya Koronayê li Hewlêrê baş bûne.

Dr. Dilovan Mihemed daxwaz ji xelkê kir ku pabendî tedbîrên tendirustîyê bin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e