Hewlêr- 6 kesên din bi nexwşîya Koronayê ketine

Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê êvara îro roja duşemê 25.05.2020an aşkere kir 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de da zanîn di encama pişkinînên nxweşîya vîrusa Koronayê li Hewlêrê 6 nexweşên din ê vîrusa Koronayê hatine tomarkirin. Berketîyên vîrusa Koronayê li Hewlêrê jinek 40 salî, ciwanekî 18 salî, û du zilamên 60 û 70 salî û du zarokên 10 û 6 salî ne.

Herwiha Wezareta Tendirustîyê aşkere jî kirîye li Duhokê jî hemwelatîyek bi Koronayê ketîye.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 502 kes bi Koronayê ketine û 403 kes ji wan baş bûne û 5 kes jî ji ber Koronayê mirine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e