Hewlêr: Qedexeya derketina derve dê were dirêjkirin

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, qedexeya derketina derve, ku ji ber vîrusa Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê hatîye ragihandin, dê were dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan - Qedexeya derketina derve, ku ji ber vîrusa Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê hatîye ragihandin, sibê (1 Nîsanê) xilas dibe.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji televîzyona K24 re gotîye, qedexeya derketina derve dê were dirêjkirin.

Firset Sofî her wiha ragihandîye, ew biryar dê ji alîyê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê ve were ragihandin.

Bi gotina Firset Sofî, dê hinek hêsankarî bên kirin da ku welatî bikaribin pêdivîyên xwe yên rojan dabîn bikin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e