Hewlêr û Duhokê zêde kir: 24 kesên din can dan û 754 kes jî bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 asetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê ragihand.

Li gorî wan amaran di nav 24 saetên borî de 754 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 24 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Ji 754 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 216 kes li Hewlêrê, 99 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê, 127 kes li Raperînê, 247 kes li Duhokê û 38 kes li Helebceyê ne.

24 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, kesek li Germiyanê û 8 kes li Duhokê ne.

Herwiha di 24 saetên borî de 646 kes baş bûne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 37310

Mirin: 1364

Başbûn: 23746

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne