Hewlêr wek bajarê herî paqij li seranserê Iraqê hat hilbijartin

.

Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr li seranserê Iraqê wekî bajarê herî paqij hat hilbijartin.

Berpirsê Xizmetên Jîngeh û Hawîrparêziyê yê Şaredariya Hewlêrê Ferman Xelîl ragihand ku Hewlêr wekî bajarê herî paqij hatiye hilbijartin û got, “Karê paqijiyê di navbera 6 şaredariyan de li Hewlêrê hatiye dabeşkirin. Rojane bêhtirî 2 hezar ton çop li Kanî Qarjalê têne avêtin.”

Xelîl ji bo hişyariya bo paqijiyê spasiya xelkê Hewlêrê jî kir û ragihand, xebatên wan ên bo avakirina fabrîkayeke veguherandina çopan berdewam dikin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne